Milîsên PYDe yên terrorist, tawanên revandinê û helmetên girtinê yên berfireh li deverên di bin kontirola xwe de bi armanca leşkerkirina neçar di nav rêza hêzên xwe de berdewam dikin, û helmet di rojên dawîn de gihişte gundewarên parêzgeha Hesekê û Helebê û tê de hejmarek ji ciwanan hatin girtin.
Û çalakvanan anî ziman ku helmeta girtinê yaku milîsên PYDe li bajarê Minbijê li gundewarê rojhilatê Helebê pêk tînin, armanc jê leşkeriya neçar e, yaku tê de bêhtir ji 50 ciwanî li ser rêbenda riya Elcezîrê di nava bajêr de armanc kirine.
Û çalakvanan gotin ku helmeta girtinê gihişte bajarokê Mergede li gundewarê başûrê Hesekê, û di helmeta nû de 10 ciwan ji xelkê bajarok hatin girtin, û ew yek bû cihê nerazîbûneke gelêrî ji helmetên leşkerinê, di dema rewşa dijwar yaku dever tê de dijî.
Û çalakvanan bal kişandin ser ku helmetên leşkerkirina neçarî yên ku milîsên PYDe li deverên di bin kontrola xwe de pê radibe, bû sedem ku dever ji ciwanan wek jêdera hêz û karînê were valakirin, ji encama reva bi dehan ji wan ciwanan ji tirsa ajotina wan berbi kampên leşkeriyê û şandina wan bo eniyên şer.
Û berî bi demekê Komîteya Cezîrê û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, workşopek li ser berdewamiya derketina xelkê ji deverên Cezîrê û Ferat ji encama derbasbûna Îranê û kiryar û siyasetên milîsên PYDe li dar xistibû.
Û Hevrêzkarê komîteyê Ebdulbasit Ebdulletîf tekez kir ku Komîteya Cezîrê û Ferat bi awayekî berdewam helmetên girtina bi armanca leşkerkirina neçar yên ku ji aliyê milîsên PYDe ve pêk tên, her wiha berdewamiya berfirehbûna Îranê li deverê, ku herdû jî dibin sedema valakirina deverê ji niştecihên wê, dişopîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî