Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, got ku di dema gelê Îranê daxwaza xistina Pasdaran di nav lîsteya rêxistinên terorîst de dike, rijêma Esed rijd e li ser mukumkirina têkliyan li gel van milîsên terorist ên ku aramiyê li Sûriyê û tevaya deverê têk dibin.
Û Berekat di daxwiyaniyên taybet de dibêje ku tiştên derbarê niyeta avakirina Pasdaran ji sîstemeke berevaniya esmanî rer li Sûriyê tên belavkirin, êdî ne tenê texmîn in, ji ber ku lebabt û daxwiyaniyên fermandarê giştî yê Pasdaran Husên Selamî, piştrast dikin ku niyetên zêdekirina berfirehbûn û hevkariyê heye, nemaze di warên cenga elktironîk û cenga agahiyan de.
Û Berekat bal kişand ser ku berfirehkirina qebareya pevguhertina alîkariyan di warê ewlekarî û leşkerî û agahdariyan di navbera rijêma Esed û Îranê de, tê wateya berdewamiya belavkirina bêserûberî, wêrankarî û gendeliyê di rêya milîsên mezhebî re li Sûriyê û dewletên derdorê.
Û di heman demê de, Berekat xweşhaliya xwe ji sizayên nû yên ku Waşingtonê di du rojên bûrî de li ser hin kes û saziyên girêdayî berztirîn amûra rijêma melayan li herêmê, ango milîsên Hizbullaha Libnanî, sepandine, anî ziman.
Û Wezareta Xezînedariya Amerîka di daxwiyaniyekê de, got ku siza dijî kesên ku“beşdarî di hêsankirina çalakiyên darayî yên Hizbullah de kirine” hatine, û sizayên Emrîka li ser Hesen Muqeled û herdu kurên wî, Rayan û Ranî, û kampanya karê guhorîna peran ya Hesen Muqeled hatine sepandin, ji ber ku têkliyên wan yên darayî bi hizbullah re hene.
Û Amerîka sizayan disepîne ji bo ku piştgiriya lojistî û darayî ji ser Hizbullah û kesayetên pêve girêdayî bibre û çalakiyên wan têk bibe, ji ber ku Amerîka Hizbullah wek rêxistineke terorîst binav dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî