Hin çalakvanan diyar kir ku xelkê bajarê Minbicê yê gundewarê rojhilatê Helebê, daxwazên ji bo mangirtina rûmetê bicî anîn, wek nerazîbûnê ji berdewamiya operasyonên leşkerkirina neçar yên ku milîsên PYDe yên terorîst disepînin.
Û çalakvanan bal kişandin ser ku xelkê bajêr dikanên xwe yên bazirganiyê girtin, û daxwazên milîsên terorîst bo vekirina bazaran tevî gefên ku bikar anîn jî red kirin.
Û saziyên mafnasî rapor derbarê berdewamiya operasyonên leşkerkirina neçar yaku milîsên PYDe ya terorîst li deverên di bin kontirola xwe de disepîne derxistin, û tekez kirin ku bêhtir ji 40 zarokî di sala 2022an de ji aliyê wan milîsan de hatine leşkerkirin, piştî ku ew ji nav malbatên wan revandin, û rahênanên leşkerî bi wan kirin.
Û Hevrêzkarê komîteya Cezîrê û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulbasit Ebdulletîf, tekez kir ku milîsên PYDe bi rêbazeke eşkere li ser valakirina deverê ji niştecihên wê û guhertina demografî di riya kiryarên xwe re kar dike, û yek ji wan kiryaran leşkerkirina neçar e.
Û bal kişand ser pêwîstiya rawestandina piştgiriya wan milîsan û sizakirina wan, û karkirina li ser vegerandina niştecihên resen bo dever û malên wan û piştgiriya wan ji bo rêvebiriya xwe bikin, ji ber ku ew takerê ye ji bo garantîkirina vegera ewlehî û aramiyê li deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî