Serokê Desteya danûstandên Sûrî Nesir Elherîrî û şanda desteyê digel wezîrê derve yê Emerîkî Rîks Tîlirson duh çarşembê li paytexta Urdunê Eman civiya.
Elherîrî di hevdîtinê de got giring e helwesteke navdewletî ya tund bo beraberiya bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kîmawî re bête standin û giring e, rê li ber têwerdana destê Îranî di Sûriyê de bête girtin, wek ko di daxuyaniyê de hatiye li ser malpera fermî , tê de gotiye ko hevdîtin ‘’li ser piraniya kêşeyên bingehîn yên dosya Sûrî li hev kirin ‘’
Elherîrî tekez kir ko miletê Sûrî êdî nema baweriyê bi pirosesa danûstandinan dike ji ber miqeresiya rêjîmê û astengiya wê ji bizavên dîtina çareseriyeke siyasî, destnîşan kir ko ‘’ yekîtiya xaka Sûriyê xema hemû Sûriyan e.‘’
Her weha li ser cîbicîkirina biryarêb rewaya navdewletî kir yên bo veguhastina siyasî û misogerkirina amancên wê, bal kişand ser ko giring e ‘’piştgiriya rastî bo hevrikiyê re bibe ya ko hevkariyeke baş bi bizavên civaka navdewletî re dike. ‘’
Ji aliyê xwe ve wezîrê yê Emerîkî got welatê wî amade ye ko hevkariyê bi desteyê re bike tako bigehê encamin rastî bo pirosesa siyasî û got giring e Rûsya jî alîkariyê bike ji bo pirosesa siyasî serbikeve ko rêjîmê bîne ser maseya danûstandinan û giring Îran têwerdana leşkerî û siyasî di kêşeya Sûrî de neke.
Li gora daxuyaniya desteyê wezîrê derve yê Emerîk di hevdîtinê de got Waşinton digel Mosko jidil kar dike bo avakirina baweriyê bi biryarên navdewletî yên ko derbarê dosya girtiyan û hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî bo herêmên dorpêçkirî.
Destnîşan kir ko aliyê Emerîkî bizavê dike bo dîsa pirosesa siyasî dest pê bike, amaje bi bizavên desteyê û jidilbûna wê kir bo çareseriyekê bibîne ko amanceên miletê Sûrî misoger bike. Tîlirson tekez kir ko pirosesa dîsa avakirinê li Sûriyê bi serkeftina pirosesa siyasî ve mercdar e.
Di daxwiya hevdîtinê de herdu aliyan li ser berdewamiya şêwiran li hev kirin û gelek hevdîtinên teknîkî pêk bînin, tako piştgiriya hevrikiya Sûrî misoger bike, alîkariyê bi dîtina çareseriyeke siyasî re bike ko têkçûna rewşa giştî li Sûriyê rawestîne û veguhastina siyasî li gora biryarên Netewên Yekgiertî misoger bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî