Hikûmeta Sûrî ya Demkî tekez kir ku ew bizavên miştûmir li ser hejmarek astan ji bo kêmkirina bandorên bobelata erdhejê dikin, û tekez kir ku tiştê herî giring di dema niha de ew e ku em karînên xwe bikin yek û alîkariya hev bikin.
Û Hikûmetê got ku ew bi saziyên xwe yên xwedan pisporiyên curbecur ve bandora erdheja wêrankar dişopînin ji bo rizgarkirina kesên ziyan gihaye wan û dabînkirina penagehan ji wan re, û cext kir ku niha gava herî pêşinde ew e, rizgarkirina giyanê kesên di bin wêraniyan de mane, û Hikûmetê bal kişand ser ku ew di pêwendiyên xwe de li gel aliyên fermî û hawarçûnî û mirovahî yên navdewletî re berdewam in.
Û Hikûmetê amaje bi wê yekê kir ku Wezareta Berevaniyê bi beşdariya hemû sektoran kar ji bo dabînkirina alavên pêwîst dike, herweha Wezareta Tendirustiyê bi hemû rêveberî û nexweşxaneyên wê ve di amadebaşiyê de ye, û li ser veguhestin û dermankirina birîndaran û dabînkirina alîkariyên lezgîn kar dikin.
Û Hikûmetê bal kişand ser ku ew ji sibehê ve bi Sendoqa Qerzdanê, OCHA û gelek dewlet û rêxistinên navneteweyî re di peywendiyan de ne derbarê bersivdana lezgîn ji bo alîkariyê, da pêdviyên pêwîst peyda bikin.
Û Hikûmeta demkî amaje bi wê yekê kir ku pêwîstiyên herî giring yên ku ew niha li ser dabînkirina wan dixebitin ev in: cilên baranê, konên komel ji bo hêwirîna demkî, doşek, betanî, xwarinên amadekirî, keresteyên bijîjkî û neştergerî, çadir, keresteyên germkirinê û alavên pêwîst.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî