Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwaza destwerdana lezgîn ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî yên navdewletî dike, ji bo peydakirina alîkariyê ji xelkê me re li bajar û bajarokên Sûriyê yên ku berbanga sibeha îro rastî erdhejeke wêranker hatine.
Ziyanên erdheja wêranker mezin û giran in, û bandora wê gihaye bisedên avahiyan û bisedên niştecihan birîndar û kuştî hene, û tiştê ku hiştiye ku ziyan mezintir bibe ew e ku gelek avahî di salên bûrî de demeke dirêj rastî bombebarana rijêmê û hevalbendên wê hatibûn, nemaze li Helebê û gundewarê wê.
Bêhtirê bandora erdhejê li bakurê Sûriyê bû, û giha peravên Sûriyê û navenda welêt ta Hema û Humsê, û karvedanên erdhejê gihîştin ta Şama paytext.
Û Hevbendiya Niştimanî ji katijmêrên serê sibehê ve, temînî li amûrên bi ser Hevbendiyê û Hikûmeta Demkî û Artêşa Niştimanî û polîsan ve kir, da bi awayekî yekser û berdewam tev bigerin, ji bo alîkariyê ji xelkê me yên bandora bobelatê li wan bûye re pêşkêş bikin, û alîkariya Berevaniya Sivîl ji bo rizgarkirina kesên di bin wêraniya avahiyan de asê mane bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî bi rêya gelek têkilî û peywendiyên rasteras, ji civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî xwest ku destwerdaneke lezgîn ji bo kêmkirina bandorên erdheja wêranker li li ser gund û bajar û bajarokên bakurê Sûriyê bikin.
Têkilî û peywendiyên me bi hemû saziyên xwecihî û navdewletî re ji bo kêmkirina bandorên bobelatê li ser xelkê me berdewam in.
Em ji gelê xwe yê li Sûriyê û birayên me yên li Tirkiyê re sersaxiyê dixwazin.
Hêviya saxlemiyê ji tevan re dikin.
Dilovanî ji pakrewanan re û saxlemî ji birîndaran re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
6 sibat 2023