Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekez kir ku wî ji bo kêmkirina bandorên erdheja wêranker ya ku li deverê xistiye, yekser pêwendî bi şandên navdewletî re wek yên Amerîka, Almanya û Fransa re pêk anîne, ji bo bizaveke lezgîn bikin û bandorên felaketa erdhejê kêm bikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî peyamên lezgîn ji 16 dewletên bira û dost re şandine.
Û Elmislit tekez kir ku şandek ji endamên Hevbendiya Niştimanî yên ku li deverên rizgarkirî dimînin dê biçe deverên ku rastî ziyanê hatine.
Û Elmislit got ku Hevbendiya Niştimanî bangek bilez arasteyî civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî kiriye, da bilez destwerdana yekser ji bo kêmkirina bandorên erdheja wêranker li ser gund û bajarokên bakurê Sûriyê kêm bikin, û bal kişand ser wê yekê ku wan pêwendî bi Berevaniya Sivîl a Sûrî re ji bo rizgarkirina kesên di bin avahiyên wêranbûyî de mane kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbatên qurbaniyên li Sûriya û Tirkiyê kir, û hêviya saxabûnê ji birîndaran re xwest.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî