Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî yên navdewletî daxwaza destwerdana lezgîn ji bo peydakirina alîkariyê ji xelkê me re li bajar û bajarokên Sûriyê yên ku berbanga sibeha îro rastî erdhejeke wêranker hatine kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro sibehê, got ku ziyanên erdheja wêranker mezin û giran in, û bandora wê gihaye bisedên avahiyan û bisedên niştecihan birîndar û kuştî ne, û tiştê ku hiştiye ziyan mezintir bibe ew e ku gelek avahî di salên bûrî de demeke dirêj rastî bombebarana rijêmê û hevalbendên wê hatibûn, nemaze li Helebê û gundewarê wê.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku bêhtirê bandora erdhejê li bakurê Sûriyê bû, û giha peravên Sûriyê û navenda welêt ta Hema û Humsê, û karvedanên erdhejê gihîştin ta Şama paytext.
Û Hevbendiya Niştimanî ji katjimêrên serê sibehê ve, temînî li amûrên bi ser Hevbendiyê û Hikûmeta Demkî û Artêşa Niştimanî û polîsan ve kir, da bi awayekî yekser û berdewam tev bigerin, ji bo alîkariyê ji xelkê me yên bandora bobelatê li wan bûye re pêşkêş bikin, û alîkariya Berevaniya Sivîl ji bo rizgarkirina kesên di bin wêraniya avahiyan de asê mane bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî bi rêya gelek têkilî û peywendiyên rasteras, ji civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî xwest ku destwerdaneke lezgîn ji bo kêmkirina bandorên erdheja wêranker li ser gund û bajar û bajarokên bakurê Sûriyê bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku têkilî û peywendiyên wê bi hemû saziyên xwecihî û navdewletî re ji bo kêmkirina bandorên bobelatê li ser xelkê Sûriyê berdewam in, û sersaxî ji gelê xwe yê li Sûriyê û birayên li Tirkiyê re xwest, û hêviya saxlemiyê ji tevan re kir, û dilovaniya xweda ji pakrewanan re û saxlemî ji birîndaran re xwest.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî