Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, îro sibehê di kongirekî rojnamevanî yê derbarê bobelata erdheja wêranker a ku berbanga vê sibê li Sûriyê xistiye de, ragihand ku bakurê Sûriyê devereke bobelatbûyî ye û pêwîstiya xelkê li deverên rizgarkirî bi alîkariyên lezgîn û yekser heye.
Û Cîgira Serok di kongirê rojnamevanî de got ku ziyanên erdheja wêranker pir mezin û giran in, ji ber ku wê erdhejê bandor li bisedan ji avahîyên nişteciyan kir û di encamê de bisedan qurbanî û birîndar ketin, û tiştê ku hiştiye ku ziyan mezin bibe ew e ku gelek avahî di salên bûrî de rastî bombebarana rijêmê û hevalbendên wê demeke dirêj hatibûn, nemaze li Helebê û gundewarê wê.
Û Hebûş anî ziman ku Hevbendiya Niştimanî name bo dewletên Amerîka, Qeter, Fransa û Netewên Yekbûyî û hemû rêxistinên navdewletî yên têkildarî karesatan re şandine, û pêwendî bi gelek aliyan re kirine ji bo kêmkirina bandorên vê karesata giran.
Û Hebûş tekezî li ser giringiya dabînkirina bilez ji sotemeniyan û alavên rakirina kavilan re her weha çadir, betanî, û alîkariyên bijîşkî û dermên û xwarinê kir.
Û Hebûş tekez kir ku ji bo kêmkirina bandorên bobelatê li ser gelê me dê têkiliyê bi hemû saziyên xwecihî û navnetewî re bidomînin, û Hebûş bal kişand ser ku dê li bakurê Sûriyê helmetên bexşîna xwînê bên lidarxistin, û da zanîn ku pêwîste her kesê ku karibe alîkariyê pêşkêş bike beşdariyê di helmetê de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî