Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, peyameke sersaxiyê arasteyî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu kir, derbarê qurbaniyên erdheja wêranker ya ku duşemê berbanga sibehê li Sûriyê û Tirkiyê xistiye û wêraniyên mezin û qurbaniyên ku hîn hejmara wan nehatiye naskirin li pey xwe hiştine.
Û Elmislit di peyama xwe de got ku nûçeyên erdhejê bandora xwe bi kûrahî li me kir, û em di van demên tengasiyê de li gel Tirkiyê hevkar in, û got ku giyanên ku hatine jidestdan û ziyanên ku gihiştine civakan û jêrxaneyan bi rastî pir tiştekî diltezên e.
Û tekezî li ser hevxemiya xwe li gel malbatên qurbaniyan û hemû kesên ku di vê bobelatê de ziyan dîtine kir, û hêviya saxbûnê ji birîndaran re xwest, û cextî li ser amadebûna ji bo pêşkêşkirina her alîkariyên pêwîst yên ku ew wek Sûrî dikarin di vê dema dijwar de pêşkêş bikin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî