Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon, daxwaza bersivdana yekser ji Netewên Yekbûyî kir ji bo rizgarkirina qurbaniyên di bin wêraniyan de ne û kesên ji encama erdheja wêranker a ku duh sibehê li bakurê Sûriyê û başûrê Tirkiyê daye bêwar mane.
Û Rehmûn diyar kir ku şiyanên alavan û tîmên hawarçûnê ên heyî, têra pêdiviyên encamên mezin ên erdhejê nakin.
Û got ku bandora erdhejê pir mezin e, û bal kişand ser ketina bisedên avahiyan, û got ku piraniya xelkê wan avahiyan ta niha di bin kavilan de ne.
Û Rehmûn tekez kir ku hemû saziyên cîbicîkar yên girêdayî Hevbendiya Niştimanî li kêlek Berevaniya Sivîl û tîmên rêxistinên mirovî û yên hawarçûnê di rewşa amadebaşiyê de ne, û kar ji bo rizgarkirina kesên asê mane û bicîkirina kesên bêwar berdewam e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî