Hikûmeta Sûrî ya Demkî şîna giştî li deverên rizgarkirî ragihand, û dê dibistan û zanîngeh heta roja Şemiya bê werin rawestandin.
Û Hikûmetê di daxwiyaniyekê de ragihand ku ew ê hemû karînên xwe ji bo rizgarkirin û bicîkirina xelkê me yên ku ji encama erdheja wêranker ziyan dîtine terxan bike, di dema berdewamiya lêgerînan de ji bo rizgarkirina kesên ku li deverên wêranbûyî di bin kavilan de mane.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, di tiwîteke xwe de got ku tiştê li bakurê Sûriyê yê azad bûye û dibe, bobelateke mirovî ya mezin e, û di ser şiyan û karîna tevaya saziyên li ser xakê re ye.
Û Serokê Hikûmetê daxwaza hevkariyê di nav tevaya aliyên fermî û gelêrî de kir, û got ku deverên me di bin bandora bobelatê de ne û hewcedarî bi bizaveke navdewletî û bersivdaneke yekser heye.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî amaje bi wê yekê kir ku hejmara qurbaniyên erdheja li bakurê rojavayê Sûriyê heta îro sibehê gihîşte zêdetir ji 790 kesên canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 2200 birîndarî, û tê pêşbînîkirin ku ji ber hebûna bisedan malbatên di bin kavilan de, jimar pir mezin bibe, û bal kişand ser ku hijmara avahiyên wêrankirî li deverên rizgarkirî zêdetir ji 210 avahiyên bi temamî û zêdetir ji 520 avahiyên ku beşek ji wan wêran bûye û bi hezarên avahî û xaniyan ji ber erdhejê tîk li wan ketine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî