Hejmarek ji dewletên dost û birayên gelê Sûriyê amadebûna xwe ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re bo pêşkêşkirina alîkariyê di rizgarkirina qurbaniyên erdheja wêranker a ku sibeha dişemê li Tirkiyê û Sûriyê xistibû de, anîn ziman.
Û wek bersiv ji peyamên Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit re, hejmarek ji dewletên dost û bira, wek Yekîtiya Ewropa, Birîtaniya, Firansa, Holenda, Îtalya, Norwêc, Belcîka û Keneda, tekez kirin ku dê kar li ser nirxandin û lêkolîna pêdviyan bikin, daku piştgiriya yekser ji deverên ziyandîtî li bakurê Sûriyê re pêşkêş bikin.
Û Nûnerên dewletan sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwestin, û hevxemiya xwe ya kûr û hevkariya li gel malbatên winda û birîndarên erdheja wêranker ya ku bûye sedema hilweşîna bi hezarên avahiyan li Tirkiye û Sûriyê anîn ziman, û cext kirin ku bersiva mirovî dê li gorî pêwîstiyên gelê Sûriyê bigihêje hemû deveran.
Û ev bersiv di demekê de tên ku Hevbendiya Niştimanî berdewam e di peywendî û hevrêziyên xwe de li gel Netewên yekbûyî û rêxistinên navdewletî yên mirovî û hemû dewletan, da ku piştgiriya bilez pêşkêş bikin ji bo rizgarkirina kesên ziyandîtî ji encama erdheja wêranker.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî