Serokê desteya danûstandinan Dr Nesir Elherîrî diyar kir ko deste xwe amade dike ji bo pêkanîna kargeheke kar li nivîsgeha xwe li bajarê Cinêva Siwêsrî bi amanca gengeşekirina pirosesa dstûrê, ya ko di pirosesa veguhastina siyasî de hatiye li gora biryara navdewletî 2254.
Elherîrî di daxuyaniyeke taybet de îro bal kişand ser ko sozê lidarxistina kargehê dê nêzîktirîn dem de be, û got ew di çarçoveya ‘’bizava desteyê ji bo cîbicîkirina biryara Encûmena ewlehiyê ya hejmar 2254ê de ye, ko pirosesa siyasî Netewên Yekgirtî wê birêve dibe ji bo veguhastina siyasî ya ko daxwazên miletê Sûrî cîbicî dike misoger bibe. ‘’
Destnîşan kir ko kargeh dê ji endamên komîta destûrî ya ko li hindirê desteya danûstandinan bi serokatiya mamoste Meşet Tiê’ma hatiye damezirandin û ji çend pisporên Ereb û Navdewletî pêk bê, tekez kir ko kargeh dê hemû mijarên bi pirosesa destûrî ve têkildar nuha û yên paşerojê gotûbêj bike.
Serokê desteyê got ko karê kargehê çi têkilyên wê bi encamên kongirê Sotşî ve nîn e, bal kişand ser ko kargeh dê karê komîta destûrî ya ko berî salekê dest pê kir dê tekûz bike, tako bigehê şêweyekî ko xizmeta pirosesa veguhastina siyasî li gora biryara 2254ê bike.
Şanda desteya danûstanan ya Sûrî bi serokatiya Elherîrî duh giha bajarê Miyûnixa Elmanî ji bo di çalakiyên kongirê Miyûnix de yê ewlehiyê beşdar bibe. Şande dê digel Entonyo Gotîrîs emîndarê giştî yê Netewên Yekgirî îro înê bicive.
Di hevdîtinê de dê kêşeyên bingehîn ya pêşî zêdekirina êrîşên leşkerî li ser gundewarê Humsê yê bakur, Xûta rojhilat, Idlib û Helebê hem jî dosyên bingehîn wek yê girtiyan û agahkirina şandyarê navdewletî li Encûmena ewlehiyê gotûbêj bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî