Toreke mafnasî ya serbixwe bi rêka komkirina belge û dîkomîntan li ser tawanên li Sûriyê, diyar kir ku hejmara qurbaniyan di sê heyvên borî de careke din bilind bûye, bi sedema hilmeta leşkerî ya dijwar ya hêzên Rijêmê û hevalbendên wê li ser çend navçeyên Sûriyê.
Tora Sûrî ya mafê mirov, duhî roja înê raportek belav kir û têde gotiye ku nekêmtir ji 40 komkujî bi destê hêzên rijêma Esed li Xûta rojhilat hatine pêkanîn, û şehîdbûna 729 sivîlan tomar kiriye, 185 zarok û 109 jin û 7 karmendên bergiriya sivîl û 10 karmendên biwarê saxlemiyê û rojnamevanek di nav wan de hene.
Torê bal kişandiye ku hêzên Esed berpirsyar in di ber kuştina 697 sivîlan de, 177 zarok û 96 jin û 6 karmendên bergiriya sivîl û 10 karmendên pizîşkî û rojnamevanek di nav wan de hene.
Û bal kişandiye ku 32 sivîl bi destê hêzên Rûsî hatine kuştin, 8 zarok û 13 jin û karmendekî bergiriya sivîl di nav wan de hene, û 3 komkujî ji aliyê wê hatine pêkanîn.
Û raportê pêkanîna nekêmtir ji 108 êrîşan li ser navendên sivîl bi destê hêzên Rijêmê dîkomînt kiriye, 28 êrîş ji wan li ser mizgeftan û 10 êrîş li ser navendên pizîşkî û 32 dijî bazarên gelêrî û 11 xwendingehan û 3 baxçeyên zarokên sava û maleka zarokên sêwî û 4 baregehên fermî yên xizmetgozariyê û dêr û ambulans û zanîngeh û peymangeheke fêrkariyê hatine pêkanîn.
Û di raportê de hatiye ku hêzên êrîşker pabendî bi hîç yasaya şer nekirine, berovajî heta bi çekên kêmyayî û bombebarankirina navendên pizîşkî bi awayekî rasterast bikar anîne, û gotiye ku êrîş û kuştin û wêrankarî her ji 90 rojî ve berdewam in.
Herwiha di raportê xuyatirîn binpêkirinên mafên mirov li ser destê hêzên hevpeymaniya Rûsiya û Rijêmê yên bi rêka kiryarên bombebaran û dorpêçkirinê li Xûta Şamê ya rojhilat her ji 14’ê çiriya paşiya sala 2017’an heta 14’ê reşmeha îsal diyar kiriye.
Û raportê bal kişandiye li ser êrîşên nerewa yên li ser destê rijêmê bi tomarkirina 4 êrîşên bi bombên dînemêt, û 3 êrîş bi gazên jehrê û êrîşek bi bombên napalim, û herwiha belgekirina mirina 8 sivîlan ji wan du zarok û jinek bi sedema nebûna derman û xwarinê ji encama dorpêçkirina hatî sepandin li ser navçeyê ji aliyê hêzên Esed.
Hêjayê gotinê ye ku nêzîkî 400 sivîlî li Xûta rojhilat ya dorpêçkirî dijîn û têde jinekê û zarokekî jiyana xwe bi sedema birçîbûn û nexweşiyê jidest dane, û raportê amaje bi bilindbûna rêjeya hejmara mirinê bi sedema birçîbûn û nexweşiyê û nebûna pêdawîstiyên pizîşkî kiriye.
Ev yek dibe ligel zêdebûn berdewamiya êrîşên hêzên Esed û milîsên Îranê û bi piştgiriya firokên Rûsiya ku bûne sedema şehîdbûna bi sedên sivîlan li heyva borî bi tenê de, hevdem ligel têkçûna rewşa mirovî bi awayekî xirab, hevdem ligel bêkêriya civaka navdewletî di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî