Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs û Rêveberê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Hesno, kongirekî rojnamevanî li bajarê Cindirêsê li gundewarê Helebê li dar xistin, û têde Elmislit ji medyayê re behsa pêşhatên dawî yên bobelata bi ser gelên Tirkiye
û Sûriyê de hatiye kir, û bal kişand ser karê tîmên rizgarkirinê û Berevaniya Sivîl yên ku ji bo rizgarkirina xelkê bêwestan kar dikin.
Û Elmislit got ku qebareya bobelatê û trajediya mezin in, û hejmara qurbaniyan gihîştiye nêzîkî 5 hezar qurbanî, ev yek berpirsiyariyê dutaq dike, û dihêle rojên dirêj ji xebateke bênavber li pêşiya me bin, û pirsa rola Netewên Yekbûyî û sazî, kadro û tîmên wê yên rizgarkirinê di vê bobelatê de kir, piştî bûrîna hefteyekê di ser bûyerê re.
Û Elmislit diyar kir ku saziyên navdewletî û rêxistinên wan, kêmasiyê mezin kirin, û tiştekî ku hebûna Netewên Yekbûyî di vê bobelatê de nîşan bide tune ye, û tekez kir ku pêwîst e rûbirûbûna vê bobelatê bi şêwazekî mirovî be bêyî ku bête siyasîkirin, û daxwaza vekirina hemû dergehan bi awayekî yekser û bê şert û merc, û destûrdana karwanên alîkariyê da bigihêjin wan kesên ku ji ber erdheja wêranker ziyan dîtine kir.
Û Elmislit nebêalîbûna Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê yên ku karwanên alîkariyê şandin Şamê û li deverên rijêmê geriyan bêyî ku xwe bighînin deverên bakurê Sûriyê yên rizgarkirî rexne kir, û got ku em ê kengî bibînin ku civaka navdewletî hest bi bobelata sûriyan dike, em dixwazin Netewên Yekbûyî li vir bibhînin, ne li Şamê, û bal kişand ser wê yekê ku şandina alîkariyan ji hêla Netewên Yekbûyî ve ji rijêmê re li şûna ku bighê kesên ziyan dîtine, bobelateke dîtir e, ji ber ku rijêma ku ev 11 sal in gelê Sûriyê dikuje, guh nade giyanên Sûriyan, û em ne li dijî gihandina alîkariyên mirovî ji her Sûriyekî ziyan dîtiye re ne, tevî cudahiya helwestan.
Û Elmislit spasiya tevaya gelê Sûriyê yê ku miroviya xwe nîşan daye û alîkarî pêşkêşî kesên ziyan dîtine kirine û ew rizgar kirine kir, her wiha spasiya hemû dewletên bira û dost ên ku alîkarî bo Bakurê Sûriyê yê rizgarkirî şandine kir.
Û bizavên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Artêşa Niştimanî ya Sûrî û karê wan a bêwestan di rizgarkirina qurbaniyan û şopandina karûbarên kesên ku di erdhejê de ziyan dîtine bilind nirxandin, û daxwaza hevrêzkariya kar û bizavên hevbeş ji bo kêmkirina êş û azarên xelkê piştî vê felaketa mezin kir.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî D. Bedir Camûs, cextî li ser pêdviya mezin bi hawarçûna gelê Sûriyê li bakurê Sûrî kir, û bal kişand ser wêraniya metirsîdar yaku li deverê çêbûye û pêwîstî bi alîkariyên navdewletî yên lezgîn heye.
Û Camûs got ku wî di serdana xwe ya ji çend rojan de, bobelata bajêr a bêmînak dît, di dema ku heta niha, tevî mezinbûna bobelatê, ti alîkarîya navdewletî nehatiye.
Û spasiya bersivdana birayên Erebistana Siûdî, dewleta Qeter, Herêma Kurdistana Iraqê û hemû dewletên ku alîkarî şandin û piştgiriya bilez ji Berevaniya Sivîl û rêxistinên sivîl ên Sûriyê re êşkêş kirin, û liveke bilez kirin ji bo alîkarîkirina ziyandîtiyên li bakurê Sûriyê kir.
Û Serokê Desteyê paşvemana Netewên Yekbûyî di pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ji tûşbûyên erdhejê re şermezar kir, û amaje bi wê yekê kir ku alîkariyên hindik yên ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve piştî çend roj ji erdhejê gihîştine, pir kêm in, û têra beşekî piçûk ji pêdawîstiyan nake.
Ji aliyê xwe ve, Rêvebirê Cîbicîkar ê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Hesno, got ku mîkanîzmaya ku Netewên Yekbûyî pê kar dike têrê nake, ji ber mezinbûna tirajîdiyê, û divê berî erdhejê ne mîna piştî erdhejê be, û ji saziyên civaka navdewletî, xêrxwazan û sûriyên ku tevî karên mirovî û alîkariyê bûne xwest, ku bi awayekî kartêker biramin, û tevlî mîkanîzmayeke hevrêziyê bibin, ji bo bersivdanê û bicîanîna dadweriya civakî, ger bi asta wê ya herî kêm be jî.
Û Hasno bal kişand ser wê yekê ku alîkariyên Netewên Yekbûyî di rojên destpêkê de hatibû plankirin, lê negihiştin, di dema ku pêwîstiya Berevaniya Sivîl bi mekîneyên mezin û alavên giran hebû, ji bo rizgarkirina hejmara mezin a qurbaniyan, û piştgiriya nexweşxaneyên ku hewcedarî gelek melzemeyên bizîşkî û neştergerî e, nemaze dermanên jihişbirin û kêmkirina êşê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî