Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmejîd Berekat, diyar kir ku erdheja wêranker paşvemana Netewên Yekbûyî û saziyên wê yên ku berpisyariyên xwe derbarê gelê Sûriyê hilnegirtine eşkere kir, û bal kişand ser ku NY têkçûna xwe dinixumîne dema diblje ku ew hewcedarî pejrandina rijêma Esed e da karibe alîkariyan derbas bike, û vê yekê hîn bêhtir derfeta bikaranîna siyasî da rijêmê.
Û di axaftinekê de li gel malpera Elerebî Elcedîd, Berekat got ku Netewên Yekbûyî hewl dide ku têkçûna xwe di rêvebirina dosya mirovî de bi temamî, ne tenê piştî erdhejê, veşêre. Û tekez kir ku guman heye ku hin hêz di hundirê Netewên Yekbûyî de hene dixwazin meydanên nû ji rijêmê re vekin, daku wê biser bixin.
Û Berekat got ku me herdem tekez kiriye ku mîkanîzma derbasbûna alêkariyan û rêvebirina dosya mirovî ji koka xwe de neberbihev e û nayê têgihiştin, û di bin rehma Vetoyê Rusya de ye, yaku her şeş heyvan li ber digerin ji bo ku Veto bikar neyne û biryara nûkirina alîkariyên navdewletî biçe serî. Û diyar kir ku vê mîkanizmê hişt ku rijêma Esed alîkariyên mirovî ji xwe re bi keysebazî ji bo destkeftiên siyasî bikar bîne.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî bal kişand ser ku ev têkçûna di rêvebirina doseya mirovî di bûyera erdhejê de diyar bû, lewra me tekez kir ku di rojên pêşî de tişt ji aliyê Netewên Yekbûyî ve derbas nebû, û eger tiştek derbasbûbe jî, ew di roja pêncê û şeşê piştî erdhejê derbas bûn, û ew jî alîkariyin berê terxankirî ne, û ne alêkariyên ji kesên ziyan ji ber erdhejê dîtine re ne.
Û Berekat berdewam kir û got ku divabû Netewên Yekbûyî bi awayekî babetî û bêalî û wekhev di navbera tevaya aliyan de danûstandin kiriba, û got ku me rengek ji libergerê di karê Netewên Yekbûyî de dît, nemaze dema Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Geir Otto Pedersen got: Em hewcedarê imza Beşar Eded in, da em alêkariyan di derwazên bakur ên li gel Tirkiyê re derbas bikin.
Û eşkere kir ku derengmana gihiştina alîkariyan bû sedema pirbûna hejmara qurbaniyan, û sedemek ji sedemên rawestandina karê saziyên civaka sivîl ên mirovî û Berevaniya Sivîl û tevaya saziyên li ser erdê yên ku di pêşkêşkirina alîkariyan de dixebitin, ji ber wê bobelateke hundurîn û yek jiderve hebû, ew jî ji ber derengmana civaka navdewletî di bersivdanê de bû, mîna ku bikaranîneke siyasî ji hêla rijêmê ve heye, û ev rewş bi tevahî rê û derfet da rijêmê ji bo ku vê bobelata mirovî bikar bîne, daku destkeftên siyasî bidest bixe.
Û Berekat bal kişand ser ku lavên Netewên Yekbûyî ji rijêma Esed ji bo vekirina dergehên deverên ne di bin kontirola wê de nayê têgihiştin, nemaze ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî van dergehan birêve dibe, û ragihandibû ku bi hevrêzkariya li gel Tirkiyê hatine vekirin, û Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku ji bo derbaskirina alîkariyan bo bakurê Sûriyê asîman vekirî ye.
Û cext kir û got ku ev tişt tenê di warê paşguhkirina civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî û têkçûna wan di rêvebirina dosya mirovî de tê têgihiştin, û ji bo vê têkçûnê veşêrin, mijar bi Beşar Esed ve girêdan, û ku divê ew derbaskirina alîkariyan bipejrîne, û di vî warî de derfetek nû dan Beşar Esed da bobelata mirovahî ji xwe re bikar bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî