Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa, pêşwaziya şandeke fermî ya dewleta Qeter a bira kir. Karwanekî nû yê alîkariyan li gel şandê hebû, ji aliyê dewleta Qeter û xelkê wê ve hatiye pêşkêşkirin, da bighêje kesên ziyandîtî ji erdheja wêranker a li devera bakurê Sûriyê ya rizgarkirî xistiye.
Û Rêveberê Cîbicîkar ê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Hesno, Wezîrê Aboriyê Ebdulhekîm Elmisrî, Wezîrê Berevaniyê Hesen Elhemedê û Hevrêzkarê Nivîsgeha Hevbendiyê Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn pêşwaziya şandê Qeterî kirin.
Û alîkariyên ku ji aliyê dewleta bira ya Qeterê ve hatin pêşkêşkirin ji 16 barhilgirên kelûpel û amûrên pizîşkî pêk dihat, û Elmislit rola dewleta Qeterê ya mirovî bilind nirxand, û spasiya wê û gelê wê li ser piştgiriya berdewam ji gelê Sûriyê re da êşên wan sivik bikin kir.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya piştevaniya biraderan ji bo sivikkirina êş û azarên kesên ziyan ji erdheja wêranker dîtine kir, û xwest ku planeke rêkûpêk ji aliyê Netewên Yekbûyî ve bo bakurê Sûriyê hebe.
Her wiha Serokê Hevbendiya Niştimanî seredana encûmena xwecihî ya bajarê Cindirêsê li gundewarê Efrînê kir, û li gel şandê pê re operesyonên bicîkirin, hawarçûn û rizgarkirinê û rewşa kesên ji erdheja ku roja şeşê vê heyvê li Tirkiyê û Sûriyê rûdaye ziyan gihaye wan şopandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî