Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekezî li ser pêwîstiya lezkirina di çaksazkirina tiştê ku erdhejê wêran kiriye kir, çimkî derengmana vegerandina jêrxanê li deverên Sûriyê yên ziyan dîtine, dibe ku encamên tendirustî yên xerab bi ser kesên rizgarbûyî de bîne, nemaze zarok , jin û kesên temen mezin.
Û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku divê piştgiriya navdewletî ne tenê bi pêşkêşkirina alîkariyan ji kesên ku di erdheja wêranker de ziyan dîtine re be, û cext kir ku pêwîst e planek rasteqîn û berçav bo piştî erdhejê ji aliyê dewletên çalak û rêxistinên navdewletî ve bo bakurê Sûriyê hebe.
Û Elmislit anî ziman ku pêwîst e ev hevgirtin û hevkariya sûriyan ne tenê ji bo operasyonên dabînkirina penageh, hewarçûn û rizgarkirinê be, lêbelê divê ev hevgirtin piştî lezûbeza bobelatê jî berdewam bike, û bal kişand ser ku encamên erdheja ku li Tirkiye û Sûriye di şeşê vê mehê de lêxistiye, dê bandorê li warê tendirustî û heta bi civakî jî bike, ji ber kombûna gelek malbatan di çadirekê de.
Û Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Navdewletî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor Jagan Shabagan, hişyarî dabû derbarê ku eger di demeke nêzîk de xaniyên demdirêj ji bo bi sed hezaran koçber neyên dabînkirin, dê nexweşî li Sûriyê belav bibin.
Û Şabagan got: Heye ku şêweyê bidestxistina penageh, av, sotemenî û binesaziyên curbecur ji encama erdhejê, bibe sedema belavbûna nexweşiyan. Û diyar kir ku bobelatê bandoreke xirab li tendirustiya derûnî jî li bal gelê Sûriyê kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî