Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, got ku piştî 11 rojan ji bobelata erdheja wêranker, em ketin qonaxa rakirina kavilan, û pêwîstiya me bi yekirina karînan û beşdariyeke navdewletî ji bo bersivdana encamên bobelata erdhejê heye. Û Rehmê daxwaza dabînkirina xaniyan ji bo hemû malbatên di encama erdheja wêranker de ziyan dîtine û malên xwe ji dest dane û neçar bûne ku malên xwe bihêlin kir.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê got ku Qeterê biryar da ku ew dê deh hezar xanî bo bakurê Sûriyê bişîne, û em li bendê ne ku birayên me yên din û dostên me jî beşdariyê di dabînkirina pêdiviyên mayî û stargeh û cihên niştecîbûnê bikin. û cext kir ku şert û mercên zivistanê û sermaya dijwar bandorên bobelatê li ser gelê me yê Bakur, bi taybetî jin û zarok û kal û pîran, zêde kiriye.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê, spasî û rêzgirtina xwe anî ziman, bo dewleta Qeter a bira û Erebistana Siûdî û her kesê ku alîkarî pêşkêşî gelê Sûriyê kirine, nemaze kesên ku ziyan ji erdheja ku di 6ê Sibata 2023an de li Tirkiyê û Sûriyê dîtine.
Û Rahmê got ku gelek dewletan karên cihê spaiyê kirin ji bo bersivdana bangên Sûriyên ziyan dîtine, tevî derengketina gihandina alavên teknîkî yên ku di rojên pêşî ji erdhejê de pêwîst bûn.
Û got ku em spasiya Qeter, Erebistana Siûdî, Kuweyt, Herêma Kurdistana Iraqê, Tirkiye, Yekîtiya Ewropa, Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî, Amerîka, Almanya, Brîtanya û tîma Misirê ya li Tirkiyê dimîne dikin. Her wiha spasiya tîmên Berevaniya Sivîl û Rizgarkirinê li Sûriya û Tirkiyê kir, li ser bizavên ku ji bo rizgarkirina jiyana xelkê kirine, û mêrxasî û wêrekiya wan bilind nirxand.
Û Rahmê spasî û rêzgirtina xwe ji Sûriyên li hundir û derveyê Sûriyê re anî ziman, li ser helmetên ku wan ji bo bersivdan û alîkariyên ku ji gelê me yê li bakur ziyan dîtiye re pêşkêş kirine, nemaze karwanên alîkariyê yên ji herêma rojhilat û Dêra Zorê tên, û daxwaza hevgirtinek zêdetir kir, da gelê me bêhtir nêzî hev bibe, û bersivdana pêwîst dabîn bike.
Û Emîndarê Giştî amaje bi wê yekê kir ku bobelata ku hatiye serê Tirkiye û deverên Sûriyê yên rizgarkirî, her kes erkdar kiriye ku alîkariyê bide kesên ziyan dîtine, û ev mijar ne tenê bi alîkariyên lezgîn ve girêdayî ye, tevî giringiya wan, ji ber ku bobelat mezin e û bandorên wê yên demdirêj hene, û pêdivî bi planek bersivdana navndewletî heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî