Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, dît ku daxwiyaniyên Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesus yê ku vê dawiyê serdana deverên rijêma Esed kiribû pir dereng hatin.
Û wek bersiv ji daxwiyaniyên Ghebreyesus re, Elmislit tekez kir ku dem di ser wan gotinan re derbas bûye, û got ku gelo ma nûnerên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî an jî xebatkarên Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê, wêneyên wêraniya ku rijêmê li bajar û bajarokên Sûriyê pêk aniye jêre veneguhastine?
Û Elmislit anî ziman ku 12 salên dijwar di ser sûriyan re derbas bûn, anku zêdetir ji deh salên kuştin û wêrankirina li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wî ji milîsên mezhebî yên ku ji Libnan û Îranê anîne.
Û Elmislit cext kir ku Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî pir dereng ma, û hîn jî bi derengî ji bo rizgarkirina giyanan piştî bobelata ku di 6ê Sibatê de çêbûye tevdigere, û hîn jî nirxê giran yê ku Sûriyan ji sala 2011an ve datînin nedîtiye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî