Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî mirina nivîskar û rojnamevanê Sûrî Hekem Elbaba yê ku di roja yekşemê 19 vê heyvê de koça dawiyê kiriye, di temenê nêzê 62 salî de radigihîne.
Nivîskarê rehmetî ji destpêka şoreşa Sûrî ve alîgiriya wê kir, û li kêlek gelê Sûriyê yê şoreşger rawestiya, û helwêstên mêrxasî û rûmetdar tomar kirin, ku ew bû yê gotî: Kîna rijêma Esed pir mezin e, û Sûriyê di dîroka xwe de wek wê nedîtiye.
Nivîskarê koça dawiyê kiriye ji parêzgeha Hemayê ye, di sala 1961ê de ji dayîk bibû, û diploma rojnamevaniyê û bawernameya hunerên şanoyî wergirtibû, û karê rojnamegerî di hejmarek ji dezgehên ragihandinê yên erebî de kir, û gelek beşdariyên wî di warê tilvizyonê de jî hebûn.
Sersaxî ji xizim û dostên wî re, dilovaniya xweda ji rehmetî re.
Em ê xweda ne û em ê li wî vegerin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
19 sibat 2023