Hikûmeta Sûrî ya Demkî tekez kir ku rijêma Esed a tawankar, bi nizmî hewl dide ku bobelata erdheja ku hatiye serê gelê Sûriyê ji xwe re bi kar bîne.
Û Hikûmeta Demkî di daxwiyaniyeke xwe de, got ku rijêma Esed rêbazên keysjêanîn û xapandina civaka navdewletî bikar tîne ji bo rakirina sizayên navdewletî ji ser xwe û asayîkirina peywendiyan, da karibe dest deyne ser alîkariyên navdewletî yên ji kesên ziyan ji erdhejê dîtine li deverên di bin kontrola wê de re tên pêşkêşkirin.
Û Hikûmeta Demkî di daxwiyaniya xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir ku haydar be ji wan şêwazên erzan ên ku dibin sedema vegerandina rewatiya çeteyên Esed yên tawankar.
Û daxwiyaniya Hikûmeta Demkî hemû welat han dan li ser danîna mîkanîzmayên ku rê li ber diziya rijêmê ji alîkariyan re û sûdwergirtina ji wan bigirin, û hiştina sembolên wan çeteyan di bin sizayan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî