Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Behcet Eletasî, tekez kir ku rijêma Esed ne tenê dest danî ser alîkariyên mirovî yên dewletên erebî û biyanî, lê wêneyên bobelata erdhejê jî ji bo veşartina tawanên xwe li deverên ku berê ji aliyê topxaneyên wê û balefurên wê û yên Rusya ve hatibûn bombebarankirin bikar tîne.
Û Eletasî got ku rijêma Esed sûdê ji bobelata erdhejê werdigire ji bo bidestxistina alîkariyên zêdetir, nemaze alîkariyên darayî, û bal kişand ser ku rijêm alîkariyan distîne û li ser kesên ji bo wan hatine belav nake, û li bazaran bazirganiyê bi wan dike.
Û Eletasî anî ziman ku medyaya rijêmê wêneyên taxên rojhilatê Helebê belav dike û dibêje ku ew encamên erdhejê ne, lê ew wêne bi xwe ên deverên ku berê ji sala 2012an heta 2016an rastî bombebaraneke hovane ji aliyê rijêma Esed û Rusya hatibûn in.
Û Endamê Desteya Siyasî bal kişand ser wê yekê ku kenalên ragihandinê yên girêdayî rijêma Esed, bi bêşermî dîmenên kevin ên rizgarkirina zarokekî ji bin kavilan nîşan didin, û dibêjin ku ew qurbaniya erdhejê ye, lê ya rast ew e ku ew qurbaniyek ji yên bermîlên Beşar Esed e, piştî ku rijêmê malên sûriyan bombebaran kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî