Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs, şiroveyeke siyasî di çalakiya taybet bi ronîkirina bandorên erdheja wêranker li ser bakurê Sûriyê, ya ku roja înê li bajarê Stanbolê hatiye lidarketin, pêşkêş kir, û tekez kir ku rijêm hewil dide vê bobelatê wek derfetekê ji xwe re bi kar bîne, ji bo ku xwe biser bixe û keysê ji civaka navdewletî di dosya alîkariyan de bîne, û alîkariyan bidize.
Û Cemûs tirsa xwe ji wê yekê anî ziman ku trajediya Sûriyan ji bo sûdwergirtina siyasî û darayî were bikaranîn, û amaje bi wê yekê kir ku trajediya gelê Sûriyê berî bêtir ji 11 salan li ser destê rijêma Esed ya ku Kuştin, girtin û koçberkirin dijî wan bikar aniye dest pê kiriye, û got ku erdheja xwezayî piştî erdhejên mirovî yên ku ji aliyê rijêmê ve hatine çêkirin hat.
Û tekez kir ku çareseriya siyasî destpêka bidawîkirina tirajîdiya Sûriyan e, di riya dîtina mîkanîzmekê ji cîbicîkirina biryarên Netewên Yekbûyî re, û da zanîn ku ev kêmtirîn tiştê ku gelê Sûriyê dixwaze ye, û bêyî wê çi aramî li Sûriyê çênabe.
Û bal kişand ser girtiyên ku ji berî 12 sal de di zindanan de ne, û got ku berpirsiyariya me ew e ku em her tiştî ji bo serbestkirina wan bikin, û tekezî li ser pêwîstiya vegera bi dilxwazî a penaber û koçberan bo cihên xwe yên resen kir, ew vegera girêdayî hebûna jîngeheke ewle û bêalî a ku rijêm axaftina li ser wê red dike.
Û Camûs got ku hewildanên cidî hene ji bo bêwatekirina doza Sûriyê û diyarkirina wê wek pirsgirêkeke mirovî, di dema ku ew dozeke siyasî ye, û heta di Encûmena Ewlekariyê de fişar ji aliyê hin endamên Encumen ve li ser Sûriyan tên kirin, di mijara dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyan bo qurbaniyan û kesên ziyan dîtine.
Û got ku tirs li bal Sûriyan heye ji bikaranîna kongirê Brûkselê yê ku dê piştgiriya encamên erdhejê li Tirkiya û Sûriyê bike, ji bo normalkiririna têkliyan bi rijêma Esed an jî destekên wê re, ya ku dibe sedema ku alîkarî neghên kesên hewcedar, û ev yek ji şandina alîkariyan di roja yekem a erdhejê de çêbû.
Û tekez kir ku hewildana bikaranîna behaneya erdhejê ji bo veguhertina wê bo kongirekî nûavakirinê, mijarek e ku divê bi cidî pêre danûstandin bibe, û cext kir ku rijêm wêneyên avahiyên ku bi bermîl û mûşekan wêran kirine berhev dike, û divê hemû îdiayên wê yên ku dibêjin ku ew ji encama erdhejê ne bên redkirin, û heman şêwazên xwe yên berê ji derew, xapandin û bikaranîna trajediyên gelê Sûriyê bikar tîne ji bo komkirina pereyan û keysanîna ji civaka navdewletî, û ev yek tê wateya destberdana ji sê Nayên ku demeke dirêj wek bingeha çareseriya siyasî dihatin dîtin.
Û Cemûs daxwaza gihandina alîkariyê bo hemû Sûriyên ji erdheja ku li Sûriye û Tirkiyê daye zirar dîtine kir, û banga avakirina mîkanîzmayeke çavdêrî ya zelal kir, da ku alîkarî bigihêje xwediyên xwe yên rasteqîn, bi beşdarbûna aliyên ku nûnertiya Sûriyan dikin, ji dezgehên siyasî û cîbicîkar û rêxistinên civaka sivîl, û tekez kir ku Rijêm 58% tenê ji Sûriyê kontirol dike, û desthilata wê li ser tevaya axa Sûriyê tune ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî