Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan yên têkildar xwest ku kar ji bo dadgehkirina berpirsên ku tawan û binpêkirin li dijî nişteciyên taxa Eltedamun li başûrê Şamê pêk anîne, bikin.
Û Girûpê di rapora xwe ya bi sernavê: “Taxa Eltedamun ya Şamê ji Avakirinê heta Komkujiyê” de, rijêma Esed di ber tawanên ku li dijî niştecihên wê taxê pêk hatine berpisyar dît, bi taybetî komkujiya Eltadamun, ya ku di tomarên vîdyoyî yên ku ji şaxê deverê yê girêdayî istixbaratên leşkerî ve derketine, eşkere bû.
Û rapora Girûpê daxwaza eşkerekirina cihên veşartina qurbaniyên komkujiyan kir, ji ber ku dezgehên rijêmê gorên wan kolane û term birine cihin nenas, daku nîşanên tawanan ji holê rakin, û xwest ku kar li ser diyarkirina nasnameyên qurbaniyan bibe, û girtî serbest bên berdan û çarenivîsa windayên taxa Eltedamun eşkere bibe.
Û raporê tekezî li ser mafê vegera malên xwe bê şaert û merc ji niştecihên derbider ên taxa Eltadamun kir, û got ku divê were zanîn ku ev maf li gorî yasayên xwecihî û navdewletî hatiye garantîkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Girûpa Kar di raporta xwe de 21 penaberên filistînî yên ku li taxa Eltedamun ji aliyê hêzên rijêma Esed û milîsên Kolana Nesrîn ve hatine bidarvekirin belge kirine, di heman demê de 83 filistîniyên hatibûn girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e tomar kir, û di nav wan de malbatên bi temamî hene, wek malbata Emaîrî û ElEbdullah.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî