Şandek ji Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî serdana baregeha Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî kir, û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn û herdû endamên Hevbendiya Niştimanî Ehmed Hesen û Atif Zirêq pêşwaziya Şandeyê kirin.
Û endamê rêvebir di Dezgeha Barzanî de Rewac Hacî, Endamên Hevbendiya Niştimanî bi rewşa kar û xebatên Dezgehê li deverên rizgarkirî û operasiyonên bersivdana wê ji roja bobelata erdhejê de ya ku li deverên rizgarkirî daye, agehdar kirin.
Û Endamên Hevbendiyê li ser giringtirîn pêdawîstiyên deverên rizgarkirî piştî bobelata erdheja wêranker axivîn, û pesna xebata saziya ku yekser piştî bobelatê destwerdan kiriye û alîkarî pêşkêşî kesên ziyan dîtine kiriye, dan.
Û Endamên Hevbendiya Niştimanî spasiya Şanda Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî li ser bersivdana wê ya bilez bo xelkê deverên rizgarkirî piştî rûdana erdhejê kirin, û Mertalê Rêzgirtinê li ser helwest û karên wan ên hêja pêşkêşî wan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî