Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro duşemê, li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Stembolê yê Tirkiyê, pêşwaziya Serokê berê yê Tûnisê Munsif Elmerzûqî kir, û pêre pêşhatên rewşa niha li Sûriyê û dewletên erebî di çarçoveya helmeta “Dadpirsîn û Asayînekirina Têkliyan” de gotûbêj kirin.
Û Elmerzûqî di hevdîtinê de got ku rêbaza asayîkirina têkliyan li gel rijêma Esed û pêşdedana wê, rêbazeke bêwate ye, û ew dê rastiya eşkere ya vê rijêmê neguhere, û ne jî ketwarê welatê ku ji aliyê aborî, siyasî û serwerî ve rastî hilweşînê tê, û ev yek ji kesî nayê veşartin, diguhere. Û cext kir ku ya herî giring ew e ku ew vîna xelkê Sûriyê ya guhertina vê rijêmê nayê guhertin.
Û Elmerzûqî bal kişand ser wê yekê ku dema şoreş vêdikevin, em hewl didin ku wan bi rê ve bibin, heye karê me rast be û heye em têkevin şaşiyan jî, lê em dest jê bernadin, û heya ku armanc pêk were emê berdewam bin.
Û amaje bi wê yekê kir ku milmilaneya siyasî li hemû civak û dewletan rewa ye, lê cext kir ku pêwîstiya qonaxê bi zivirîn û yekrêziya di yek eniyê de heta hilweşandina stemkariyê heye, û piştre bila hevrik rikberiya hev berdewam bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî