Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, pesnê helwêstên neguhêr ên Erebistana Siûdî ji dosyaya Sûriyê da, û tekezî li ser rola wê ya giring ya di civînên erebî û navdewletî de lîstiye ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê kir.
Û Berekat di hevpeyvînekê li gel malpera Erebî21 de, got ku Erebistana Siûdî helwêstên xwe gelek caran diyar kirine, û yek ji wan piştgiriya wê ji proseya siyasî re û rawestana li kêleka daxwazên gelê Sûriyê di hemû qonaxên şoreşê de ye.
Û Berekat got ku Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser giringiya rola Siûdiyê di cîbicîkirina daxwazên Sûriyan de dike, û dibîne ku nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îranê mijareke taybet a Siûdiyê ye, tevî ku em bawer in ku Riyad rola neyînî ya Îranê li deverê û Sûriyê paşguh nake.
Û Berekat bal kişand ser metirsiya milîsên Îranî, yên ku li zêdetir ji dewleteke ereb li deverê belav bûne, ji ewlehiya ereban re. Û got ku Îran dewletên ereban û bi taybetî Sûriyê armanc dike, û ji bo kontrolkirina dewleta Sûriyê, derbasî nav axa wê dibe, lewra ji tevaya aliyan tê xwestin ku lêkolînan bikin, û serederiyê bi vê destêwerdana ku zêde dibe re bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî