Bi hevkarî û hevrêziya li gel Ofîsa Revendan, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek ji dûrve ve li gel endamên Revenda Sûrî li Emrîka li dar xist, û bi hev re pêşhatên rewşa meydanî û siyasî di dosya Sûrî de hevdem li gel 12demîn salvegera şoreşa Sûrî gotûbêj kirin.
Û ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî, Skretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, Hevrêzkarê Karûbarê Penaberan Selîm Idrîs, û Endamên Desteya Siyasî Ehmed Tu’hmê, Mihemed Qedah, Zuhêr Mihemed, Besme Mihemed û Selwa Eksoy amade bûn.
Û ji aliyê Revenda Sûrî ve, Heysem Elbizim, Meysa Qebanî, Wail Sewah, Mehmûd Hermûş, Mihemed Bekir Gibîs û Sûzana Mirîdin amade bûn.
Û endamên Hevbendiya Niştimanî li ser helmeta(Sizadan, Na ji Normalkirina Têkiliyan re) ya ku Hevbebndiya Niştimanî hevdem li gel 12demîn salvegera şoreşa Sûrî, û pêla normalkirina têkliyan ji hêla hejmarek ji dewletên ereb ve bi rijêma Esed a tawankar re axivîn, û tekezî li ser pabendiya bi pirensîpên şoreşa Sûrî ta pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de kirin.
Û tekezî li ser giringiya biryarên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine pesendkirin kirin, ew biryarên ku her proseyeke asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re şermezar dikin. Û bal kişandin ser giringiya ku sizayên li ser Esed hatine sepandin xwedan mîkanîzmên cîbicîkirinê bin.
Û kesên amade behsa giringiya kar li ser projeyek sûrî li Sûriya û diyasporayê kirin, projeyek xwediyên wî sûrî bin, û pêşkêşkirina wî ji dewletan re li gor bercewendiyên wan.
Û li ser jihevketina sazî û rêxistinên Sûrî yên ku hiştine hemahengî bi civaka navdewletî re zehmet be rawestiyan, û daxwaza xurtkirina hevkarî û hevrêziyê û yekkirina karînan di bin sîwaneke ku nûnertiya Sûriyan bike de kirin.
Û endamên Revendê, tekezî li ser giringiya amadebûna nûnerên Hevbendiya Niştimanî di civînên siyasî yên ku Revenda Sûrî bi berpirsên Amerîkî re li dar dixe kirin, û ev ek di hevdîtinên ku Revend li Ewropa jî pêk tîne pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî