Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro çarşemê, bi şandeke Sendîkaya Endazyarên Azadîxwaz re civiya, û pê re mîkanîzmên karê meydanî di qonaxa dahatî de li deverên rizgarkirî yên ji ber erdheja ku li Tirkiyê û Sûriyê di şeşê heyva bûrî de dabû, gotûbêj kirin.
Û di hevdîtinê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve, Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo û komek ji endamên herdû Desteyên Siyasî û Giştî ve amade bûn, Û ji aliyê Sendîkaya Endazyarên Azadîxwaz ve, Neqîbê Sendîkeyê Ehmed Basim Ne’hna’h û Endezyar Besam Zêtûn Sekretêrê Sendîkaya Navendî û Cîgirê Serok, û Endezyar Ela-eldîn Elcabirî Serokê Komêteya Çavdêriya Navendî û rêberê tîma nûavakirinê, û Endezyar Bilal Elşêx Ehmed Serokê Şaxê Gundawerê Şamê û Endezyar Elî Helaq Sekretêrê Encumena Şaxê Helebê û rêberê tîma beşdariya siyasî di sendîkaya navendî de, amade bûn.
Û Neqîbê Endezyaran Ehmed Ne’hna’h, got ku bobelata erdhejê pêdviya rola Sendîkaya Endazyaran ji bo lêkolînên kodên erdhejê da pêş, û bal kişand ser pêwîstiya ku civata îro li gel Hevbendiya Niştimanî bingeh be ji bo karê hevbeş di qonaxa bê de.
Û Ne’hna’h bal kişand ser ku stratîjiya damezrandina Sendîkayê ji destpêkê de li ser hevbeşiya kar ava bûye, û cext kir ku divê hemû sazî li deverên rizgarkirî bi hev re kar bikin, ji bo damezirandina karê sivîl ê hemû alî têde beşdar bibin.
Û Endezyar Ela Elcabirî rewşa deverên rizgarkirî piştî erdhejê berçav kir, û got ku komîteyek ji bo temaşekirina li rewşa bendava Meydankê li devera Efrînê piştî erdhejê ava bû, da ku dilê xelkê deverê aram bibe, û lînkek elektronîk hate danîn û 3000 daxwazên vedîtina avahiyan li ser wê lînkê ji welatiyan ji me re hatin, û Sendîkayê şêwirdariyên endazyarî pêşkêş kirin, û piştî 15ê sibatê dest bi kontrolkirina avahiyan li gundewarê bakurê Helebê hat kirin, ji ber ku hejmarek mezin ji welatiyan metirsiya rewşê nizanin, û komîte li ser avahî û dibistan û mizgeft û xaniyan geriya, û zêdetir ji 7000 avahî kontrol kir.
Û Elcabirî tekezî li ser giringiya danîna pirojeyeke avakarî ya endezyarî bo deverên rizgarkirî kir, li şûna berfirehkirina bêserûber a avahiyên ku dibe hewcedarî bihêzkirinê an jî jinavbirinê bin, û ev kar erkê Komîteyên Saxlemiya Giştî ye bi hevkariya li gel Encumenên Xwecihî, yên ku Karin biryara dawî ya jinavbirina avahiyan bidin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî