• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 30 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Amerîkî Daxwaza Rawestandina Diziya Rijêma Esed ji Alîkariyên Mirovî re Dike

March 16, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Raporeke Amerîkî Daxwaza Rawestandina Diziya Rijêma Esed ji Alîkariyên Mirovî re Dike

Saziya Berevaniya di ber Demokrasiyê de li Waşintonê, di 12demîn salvegera şoreşa Sûrî de, daxwaza rawestandina diziya alîkariyên mirovî ji aliyê rijêma Esed ve kir, û Saziyê pêşniyarên xwe ji rêveberiya Amerîkî re berî çend rojan ji lidarxistina konferansa alîkariyên navdewletî ji bo piştgiriya qurbaniyên erdheja ku li Sûriya û Tirkiyeyê xistiye, pêşkêş kir.

Û rapora saziyê amaje bi wê yekê kir ku Amerîka mezintirîn bexşînkara alîkariyê ye bo Sûriyê, bi zêdetir ji 14.1 milyar dolarî, lê berûvajî Rusyayê, roleke Amerîka ya vebir di diyarkirina cihê ku divê ew alîkarî biçnê û awayên gihandina  wan de nîne.

Û raporê pênc bendên bingehîn ên stratejiya arastekirina alîkariyan bi awayekî rasterast ji gelê Sûriyê re anîn ziman, da rijêma Esed wan alîkariyan bikar neyne, û xezîneya xwe pê tijî neke, û hêzên xwe yên leşkerî yên ku tundûtûjiyê li dijî gelê xwe bikar tînin fînanse neke.

Û saziyê di xala yekem de ji Koşka Spî û Wezareta Derve û berpirsên sereke xwest ku bi zelalî pirsgirêkê diyar bikin û qedexekirina veguhestina alîkariyan bo Sûriyê ragihînin, eger Esed dest ji desteserkirina wan bernede, û di xala duyem de xwest ku hevahengiyê li gel hevpeymanan bike ji bo nehiştina şandina alîkariyan, û sûdê ji rola wan li gel Amrîka weke bexşînkar bibîne, û daxwaza çaksaziyin destnîşankirî bike.

Û di xala sêyemîn de behsa vejandina mîkanîzmayên çavdêriyê di nav Netewên Yekbûyî de û çaksazkirina operasiyonên alîkariyê li Sûriyê kir, û di xala çaran de giringî da danûstandinên nû li ser şert û mercên peywendiyên di navbera ajansên Netewên Yekbûyî û hikûmeta rijêmê de, ji Kongresê xwest ku bi rêya desthilata xwe ya darayî şert û mercên gihandina alîkariyan bo Neteweyên Yekbûyî û pêşkêşkerên xizmetguzariyê yên din re diyar bike, ji bo rawestandina diziya alîkariyan ji hêla Esed ve.

Û berî bi demekê Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de cextî li ser dîtina mîkanîzmayeke nû kiribû ji bo misogerkirina gihandina berdewam a alîkariyan ji gelê Sûriyê re, da bihêle xelk li hember şert û mercên jiyana dijwar yên bi sedema terora rijêma Esed û milîsên wê rawestin, daku nehêlin ev alîkarî bighêjin milîsên şerkar yên ku piştgiriya rijêma Esed dikin.

Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ku giringî bo vê çarçoveyê bête dan, ji ber ku nepêkan e bobelat bi berdewamiya alîkariyan tenê were bidawîkirin, bêyî ku bizav bên kirin di warê pêkanîna veguheztina siyasî de li gorî biryara 2254, yaku daxwazên gelê Sûriyê yên avakirina Sûriyeke nû bêyî rijêma Esed a ku sedema sereke ya vê tirajîdiyê ye pêk bîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Em Bang li Civaka Navdewletî Dikin ku bi Karekî Cidî Rabe ji bo Dexistina Fermana Girtina Tawankarê Cengê Beşar Esed
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Em Bang li Civaka Navdewletî Dikin ku bi Karekî Cidî Rabe ji bo Dexistina Fermana Girtina Tawankarê Cengê Beşar Esed

March 29, 2023
Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Sizayên Amerîkî-Brîtanî li Ser Kes û Kompaniyên ku bi Bazirganiya Kaptagonê Piştgiriya Rijêma Esed Dikin Tîne Ziman
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Sizayên Amerîkî-Brîtanî li Ser Kes û Kompaniyên ku bi Bazirganiya Kaptagonê Piştgiriya Rijêma Esed Dikin Tîne Ziman

March 29, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Em Bang li Civaka Navdewletî Dikin ku bi Karekî Cidî Rabe ji bo Dexistina Fermana Girtina Tawankarê Cengê Beşar Esed

Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Sizayên Amerîkî-Brîtanî li Ser Kes û Kompaniyên ku bi Bazirganiya Kaptagonê Piştgiriya Rijêma Esed Dikin Tîne Ziman

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze

Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.