Kombenda Rojnamevanên Sûrî di rapora xwe ya sala 2022yan de, yaku binpêkirinên dijî rojnamevanan û saziyên ragihandinê belge dike, hevdem li gel 12demîn salvegera şoreşa Sûriyê, diyar kir ku rijêma Esed di serê lîsteya kesên binpêkirin li Sûriyê ji sala 2011an de pêk anîne de ye.
Û Navenda Sûrî ya Azadiya Rojnmamegeriyê di Kombenda Rojnamevanên Sûrî de, 55 binpêkirinên dijî rojnamevan û rojnamegeriyê li Sûriyê di heyama sala bûrî de belge kirine, du binpêkirin jê li derveyî welêt pêk hatibûn, û bi vê yekê hejmara binpêkirinên ku navendê di dosyayên xwe de ji sala 2011an de tomar kirine gihişte 1476 binpêkirinan.
Û raporê bal kişand ser ku di nîvê duyem ji sala bûrî de, 35 binpêkirin pêk hatine, û di nîvê yekem ji heman salê, 20 binpêkirin pêk hatine, û hejmara mezin ji binpêkirinên belgekirî di heyva tebaxê de bû, ku tê de 11 binpêkirin tomar bûn, di pey re heyva êlonê bi 10 binpêkirinan hat, û heyva sibatê 9 binpêkirin bûn, û di heyva çilê pêşîn de binpêkirinek tomar bû.
Û raporê eşkere kir ku rijêma Esed di serê lîsteya aliyên ku binpêkirinên li dijî medyayê li Sûriyê ji sala 2011an heta dawiya sala 2022an pêk anîne de maye, bi berpirsyariya di ber pêkanîna 622 binpêkirinan de, ji 1476 binpêkirinan, milîsên PYDe bi berpirsyariya di ber 166 binpêkirinan de di rêza duyemîn de ye, Heyet Tehrîr Elşam bi 148 binpêkirinan di rêza sêyem de ye, li dûv re DAIŞ tê, bi 140 binpêkirinan, û di pey re aliyên leşkerî yên dî bi 125 binpêkirinan, û Rusya di ber 64 binpêkirinan de berpisyaer bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya