Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziya daxwiyaniya ku ji aliyê herçar dewletan, Emerîka, Birîtanya, Fransa û Almaniya ve bi helkefta 12emîn salvegera destpêkirina şoreşa Sûrî derketiye kir, daxwiyaniya ku têde wan dewletan asayîkirina têkiliyan bi rijêma Esed re û rawestandina sizayên li ser wê red kirine, û têde daxwaza sizakirina rijêma Esed li ser binpêkirinên mafên mirovan yên ku ji sala 2011an de pêk tîne kirine, herweha Hevbendî tekeziyê li ser giringiya vê daxwiyaniyê dike ji bo rawestandina bizavên hin dewletên ku dixwazin berê xwe bidin tawana normalkirina têkiliyan bi rijêma Esed re.
Hevbendiya Niştimanî balê dikşîne ser pêwîstiya ku dewletên kartêker ji qonaxa avakirina helwestan têkevin qonaxa cîbicîkirina kartêker de, yaku beşdariyê di çareserkirina rewşa Sûriyê de bike, bi riya sizakirina rijêma Esed û pêkanîna veguhastina siyasî û rawestandina derdeseriyên mirovî yên ku rijêma Esed û hevalbendên wê di riya pêkanîna tawanan û koçberkirina bimelyonan ji sûriyan re bûne sedema wan.
Daxwaz û xwestekên gelê Sûriyê ji sala 2011an de heta niha zelal û neguhêr in, ji ber ku mêr û jinên azad ên Sûriyê piştî 12salan ji destpêkirina şoreşê meydan tijî kirin, da tekeziyê li ser pêwîstiya ruxandina rijêma Esed a tawanbar bikin, ji ber ku rijêma qirkirinê ye, û nûneratiya gelê Sûriyê nake, û ti çareserî bi hebûna wê li welat pêk nayê, ji ber vê rijêmê Sûriya radestî milîs û dagîrkeran kiriye, û bûye xizmetkara Rusiya û Îranê û hevkara wan di cenga li dijî Okraynayê de, û ji tawankareke xwecihî bûye tawankareke navdewletî, ji bilî wê jî deverên di bin kontrola xwe de kirine navendek ji bo çêkirina keresteyên hişbir da wan li cîhanê belav bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
17 adar 2023