Sunday, May 11, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

March 17, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 5 mins read
A A
Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, di ahenga bîranîna 12emîn salvegera şoreşa Sûrî ya li bajarê Elraî li gundewarê Helebê hat lidarxistin de, ku vekirina avahiya sereke ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî li bajêr beşek jê bû, gotarek pêşkêş kir.

Û di ahengê de Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa, û endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra, Munzir Siras, Mihemed Silo, Besme Mihemed, û endamên Desteya Giştî Enes Elebde, Necîb Rehmûn, Cihad Mer’hî û Ehmed Osman û Atif Zirêq beşdar bûn, her weha Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, efserên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û nûnerên tevgera şoreşgerî û sivîl amade bûn.

Û Elmislit di axaftina xwe de tekezî li ser pêgiriya gelê Sûriyê bi şoreşa xwe û piransîpên wê kir, û pêdariya wan ya mezin ji bo bidestxistina azadiyê û pêkanîna serxwebûnê û nûjenkirina Sûriya ku rijêma Esed ew bi milîs û dagîrkeran noq kir, nemaze yên ku kuştin û gendelî û teror li seranserî Sûriyê belav kirine, bilind nirxand.

Û Elmislit bal kişand ser ku bîranîna destpêkirina şoreşa Sûrî bûye cejneke niştimanî, ji ber ku yekem banga ku di sala 2011an de hat bihîstin, niha di van roj û deman de bi daxwazên zelal tê nûkirin, yên ku ji rûxandina rijêma Esed, sizakirina wê, û gihîştina rewşa azadî, rûmet û dadmendiyê pêk tên.

Û Elmislit got ku me şaştî kir dema me navê van çeteyan kir “rijêm”, ji ber ku ew tenê milîs in, û hinan din jî şaştî kirin dema ji me re gotin “rikberî”, ji ber ku em nûnerên rewa û rasteqîn ên gelê xwe ne.

Û herweha Serokê Hevbendiya Niştimanî got: Em tînin bîra bira û hevalên xwe ku yê derdeseriyan dikşîne gel e ne rijêm e, û yê ku bihayê wê dide gel e ne rijêm e, û yê ku tê kuştin gel e û kujer rijêm e”, û ji wan re got: “Wek berê alîkarê vî gelî bin, wek ku sûriyan di roja yekem de hûn nas kirine bin”.

Û Elmislit reftarên hin rêxistinên navdewletî yên ku herdem edrêsan şaş dikin şermezar kir, ji ber ku bermîlên teqîner û balafir Sûriyan dikujin û rijêm xelat dibe! Erdhej û felaket wan dikujin û rijêm tê xelatkirin! û got: Em ne li dijî ku alîkarî bighêjin tevaya sûriyan in, helwestên wan çi bin bila bibin, û em daxwaza gihandina alîkariyan ji bo hemû bajarên Sûriyê yên ziyan dîtine dikin, û em kêfxweş dibin dema ku jineke ziyandîtî tiştên pêwîst werdigire, li kîjan deverê be bila bibe, li devera peravê an li Şamê an li Helebê an li cihên din be, lê em nerazîbûna xwe nîşan didin dema ku milîsên rijêmê û yên Îranî alîkariyan ji wan didizin, da ku bazirganiyê bi wan bikin, û amûrên xwe yên tawanan û çek keresteyên hişbir pir bikin.

Û Elmislit diyar kir ku dibe di çend rojên dahatî de em hin destpêşxeriyan ji aliyê hin bira û dostan bibînin, lê divê di wan destpêşxeriyan de azadî û rûmeta gelê Sûriyê parastî bin, û rêz li bijardeyên wî bê girtin, û divê tiştê ku xwestiye û dixwaze, û di serî de rizgarbûna ji rijêma ku tawan dermafê wî bi dehên salan kirine pêk werin.

Û Elimislit got ku ev bêhtir ji deh salan e, rijêma Esed û hevalbendên wê şerê xwe li dijî gelê Sûriyê berdewam dikin, û hewl didin ku Sûriyên ku hîn jî bi ala azadiyê ve girêdayî ne û meşa xwe didomînin da bigihêjin daxwaz û armancên xwe bêdeng bikin, û cext  kir ku gelê Sûriyê dest ji tekoşîna xwe bernade, ta pêkanîna armancên şoreşa xwe û jinavbirina rijêma Esed û sembolên wê.

Û Elmislit diyar kir ku hevdemî bîranîna 12emîn ya şoreşa Sûrî, hîn jî civaka navdewletî tawanên rijêma Esed paşguh dike, û guh nade pabendiyên siyasî yên dadpirsîna rijêma Esed û cîbicîkirina biryarên navdewletî, yên ku dighên veguhestineke siyasî li Sûriyê. Ev rijêma ku çekên kîmawî û bermîlên teqîner bikar anîne, û bi milyonan Sûrî kuştine, koçberkirine û girtine,  hîn jî ti hewldaneke navdewletî ya rasteqîn û berçav ji bo dûrxistin û sizakirina wê tune ye.

Û tekez kir ku nabe dewlet tawanên vê rijêmê dermafê gelê Sûriyê ji deh salan de ji bîr bikin, û got ku rijêma Esed tenê dikare keresteyên hişbir, teror, milîs û qeyranan pêşkêşî kesên din bike, û ev yek hatiye serê dewletên cîran ên nêzîkî Sûriyê.

Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî amadebûna xwe ji beşdarbûna di her proseyeke siyasî de nîşan daye, ji bo Sûriya ber bi aramiyê de bibe û daxwazên gelê Sûriyê misoger bike, lê ji ber berdewamiya astengkirina rijêma Esed ji her hewleke siyasî ya navdewletî re, em careka dî daxwaz dikin ku rijêma Esed di Netewên Yekbûyî û çi forumên navdewletî de cî negire, ji ber ku ew bi rêya van platforman kar dike, ji bo sextekariyê û derewan belav bike, û dixwaze di riya xapandina berdewam re xwe vegerîne.

Û Elmislit cext kir ku civaka navdewletî dizane ku rijêma Esed nûneratiya gelê Sûriyê nake, û ew alavek e di destê Rusiya û Îranê de, û xizmeta berjewendiyên wan li deverê dike.

Û Elmislit amaje bi wê yekê kir ku deverên rizgarkirî îro rastî êş û azarên dutaq tên, piştî ku rijêma Esed bi milyonan welatiyên Sûriyê koçberî çadiran kirin, ew niha rojane rastî êş û jiyaneke dijwar tên, û bobelata erdhejê hat û ziyanên mezin ên can û samanan li pey xwe hiştin.

Û bal kişand ser ku tevlî mezinbûna bobelata mirovî, rijêma Esed hewil dide tirajîdiyayê bo armancên siyasî bikar bîne da tawanên xwe pê veşêre, û serederiya Netewên Yekbûyî ya dûrî dadmendiyê, ya bi pêşkêşkirina alîkariyan bi rêjeyên mezin, ji xwe re bikar bîne, tevî hebûna bi dehên rapor û delîlan yên ku diziya wê ji alîkariyan re û dana wan ji milîsên ku alîkariya wê di kuştina Sûriyan de dikin re hene,  tevî ku deverên ku herî zêde bandor li wan bûye li bakurê rojavayê Sûriyê ne,  ew jî deverên rizgarkirî ne, yên ku kêm alîkarî wergirtine, ew jî  piştî çend rojan ji bobelatê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share23TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.