Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, pesnê helwêstên Partiya Pêşverû ya Sosyalîst a Libnanî û rêberê wê Welîd Cinbulat ji destpêka helmeta nijadperestî ji hêla hin hêzên Libnanî yên bi ser rijêma Esed ve, dijî penaberên Sûrî li Libnanê ta roja îro, da.
Û Elmislit di daxwiyaniyên taybet de got ku helmeta nijadperestî yaku hin alî pê radibin, ne tenê penaberên Sûrî armanc dike, lêbelê ew ji bo şêwandina wêneyê Libnanê yê bedew di hişê gelên deverê de kar dikin.
Û tekez kir ku Libnanê berî herkesî nirxên azadî û demoqrasiyê li deverê belav kirine, û bal kişand ser ku milîsên terorist ên ser bi rijêma Esed ve li Libnanê, rijd in li ser şêwandina wêneyê pak ê Libnanê.
Û ev helwest hat piştî ku Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya Libnanî, di daxwiyaniyekê de, rexne li berdewamiya helmeta nijadperestî ya li dijî penaberên Sûrî li Libnanê kirin, û dît ku berdewamiya eşkere ya wê helmetê nîşana encamin civakî yên metirsîdatir e, ji ber ku ew kar kînê dixe dilê welatiyan, û aloziyan çêdike, û ziyanê digihîne ewlehiyê.
Û Daxwiyaniya Partiya Sosyalîsta Pêşverû, got ku helmeta nijadperestî ya li dijî penaberên Sûrî berdewam e, û hin kesên dilbikîn hewil didin ku sûriyan bikin sedemên yekser ên qeyrana aborî ya xerab li Libnanê.
Û Partiyê di daxwiyaniya xwe de daxwaza rawestandina vê gotara sorkirina dijî sûriyan kir, û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîs e danûstandina bi dosya penaberên Sûrî re di warê mirovî de be, û desthilata libnanê vê dosyê organize bike, li ser bingeha ku alîkarî bi penaberan re herweha bi dewleta mêvandar re bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî