Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi Balyozê Tirkiyê yê li Qeterê Mistefa Kogço re civiya, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî di dosya Sûriyê de gotûbêj kirin.
Û Herdu aliyan tekezî li ser giringiya hevrêzkariya helwestên navdewletî ji bo kartêkerkirina piroseya siyasî li Sûriyê û cîbicîkirina veguhestina siyasî li gor biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, kirin.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya kar kir ji bo kartêkerkirina rêça dadpirsînê û dadgehkirina tawankarên cengê yên ku tawanên hovane li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, ew tawanên ku bi riya wêneyên Qeyser û vîdyoya taxa Eltedamun , her weha bi raporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û delîl û nîşanên dîtir hatine çespandine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî