Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi boneya dehemîn salvegera komkujiya Elbeyda û Baniyasê, tekez kir ku ew yek ji tawanên herî hovane û xwînrêj û mezhebî yên rijêma Esed e, ku rijêmê di sê rojan de ji 2ê gulanê ve komkujiya Elbeyda û Baniyas dermafê sivîlên bêçek li wê deverê pêk anî, ji ber tevlîbûna xelkên wan deveran di xwepêşandanên aştiyane de û daxwazkirina azadiyê.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Komkujiya Elbeyda û Baniyas yek ji dosyake berfireh a tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê ye, û ev tawan bi derbasbûna demê re tune nabe û nayê jibîrkirin, û komkujiyên bi vî rengî sedemeke eşkere ye bo zanîna metirsiya vegerandina penaberan bo deverên di bin kontirola rijêma Esed de, çimkî ew penaber dê heman çarenûsê bibînin, ji ber ku tawankarê komkujiyê hîn li ser desthilatê ye.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî cext kir ku rijêma Esed, xwediya komkujiyên Elbeyda û Baniyas û Çala Taxa Eltedamun û tawanên kîmawî, metirsiya herî mezin e li ser Sûriya û gelê wê û dewletên bira û yên dost.
Û daxwiyaniyê anî ziman ku aliyên mafnasî şehîdbûna 459 sivîlên ku bidehan zarok û jin di nav wan de hebûn, yên ku di êrîşên hêzên Esed û nandoz û milîsên Hizbullah ên tirorist de bi kêr û tivingan û lêdana keviran hatin kuştin belge kir, her weha da zanîn ku çawa bi termên qurbaniyan lîstin û şewitandin, piştî ku hêzên rijêma Esed dever dorpêç kir, û eletrîk û têlên pêwendiyan birîn, da tewana xwe pêk bîne.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, ji Emerîkayê û civaka navdewletî bi giştî daxwaza hewildana cidî û kar li gorî mîkanîzmeke demnîşankirî bo sizakirina rijêma Esed û karkirina ji bo pêkanîna veguhastina siyasî kir, û hişyarî da ku daxwiyanî û tiwît têra çareseriyê nakin, û ne jî sûde jê heye bi rijêmeke mîna rijêma Esed re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî