Encûmena xwecihî ya bajarê Dûma li Xûta Şamê ya rojhelat, diyar kir ko alîkariyên mirovî yên di rêya Netewên Yekgirtî re derbas bûne, tenê têra rojekê dikin, û diyar kir ko her 40 malbatî ji bo danekî tenê xwarin bidest wan ket, di heman çaxê ko Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kir ko çareya bidawîkirina derdê sivîlan dê di rêya cîbicîkirina biryara 2401 bi tekûzî û ne parpar re be.
Di rojên dawî de bajar û bajarokên Xûta rojhelat ketin ber bombebaraneke tund, tê de gaza kilor dîsa li Hemûriyê û Seqba bikar hat, û di encamê de 124 kes ji nav wan bi dehan zarok ketin rewşa xeniqînê.
Mihemed Bekûr birêveberê nivîsgeha peywendiyê ya Encûmena xwecihî ya bajarê Dûma duh înê di daxuyaniyên ragehandinî de got: “ 13 kamyonan duşemba borî barê xwe vala nekiribûn, îro derbas bûn Dûma û hejmara giştî giha 46 kamyonan ji bo nêzîk 130 hezar sivîlan li bajêr.”
Bekûr bêtir got ku barê alîkariyan li ser 400hezar kesên dorpêçkirî li Xûta hatin belavkirin, û ne tenê li xelkê Dûma yên ji bo wan hatibû destnîşankirin, û diyar kir ko her kesekî hindek giram ji heyberên xwarinê bidest ket, ko her danek xwarinê ji bo ji bo 40 malbatî ye.
Û bal kişand ser ko tîma Netewên Yekgirtî ew agahdar kirin ko barekî nû tête amadekirin lê dem diyar nekir ji ber rêjîm hêj erê nekiriye ko derbas bikin.
Rêkxistina tendiristî ya cîhanî diyar kir ko hêzên rêjîmê çenteyên hawarhatina lezgîn yên çareseriya destpêkî û pêdiviyên neştergeriyê ji karwanê alîkariyan derxistine, berpirsiyarekî rêkxistinê got ku 70% ji alîkariyan ên ji depoyên rêkxistina tendiristiya cîhanî hetine di dema lêgerînê de jê hatine derxistin.
Komîta navdewletî ya xaça sor roja pêncşembê 08 adarê tekez kir ko karwanê alîkariyên mirovî yê ko gerek pêncşembê derbasî Xûta bibaya, hat bidûrxistin ji ber bajar ketiye ber bombebaraneke tund ji hêla hêzên rêjîmê li ser bajar û bajarokên Xûta rojhelat, ko karwanê Netewên yekgirtî di 5 adara nuha de berî barê xwe vala bike vegeriya ko tenê 14 kamyon ji 46an hatin valakirin.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa tekez kir ko nehêlana rêjîmê ji derbasbûna alîkariyan re ji bo pêkanîna fişarê li ser niştecihan ne, da xwe radestî wê bikin.
Xûta rojhelat ketiye ber dorpêçeke tund ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên bi ser Îranê ve, û bajar û bajarokên Xûta ketine ber bombebaraneke tund ji hêla firokên cengî yên Rûsya û yên rêjîma Esed, û hewildana têwerdana berdewam dikin, û rêjîmê bêtir ji carekê gaza kilora jehrîn û bombeyên fosforî û yên napalm bikar anîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî