Alavên medyayê ragihandin ku Artêşa Libnanî îro careka dî dest bi helmetên xwe li dijî penaberên Sûrî li Libnanê kir, û hejmarek ji penaberên Sûrî li bajarokê Elmensûriyê li devera Biqa’h bi armanca dersînorkirina wan berve deverên di bin kontirola rijêma Esed de girtin.
Û ev kiryar piştî sozên ku Serokê Artêşa Libnanî Îmad Cozêf Ewn vê dawiyê dabûn hatin, ku têde wî ji Şandeyê Desteya Zanyarên Musliman ên Libnanê re tekez kiribû ku çênabe çi penaber an derbiderê di dosyayên Komisyona Netewên Yekbûyî de tomarkirî dersînor bibe, ji ber ku ew pêngav dijberî yasayên navdewletî ye.
Û Ewn bal kişandibû ser ku Artêş dê derfetê bide da ku penaberên Sûrî kaxezên xwe yên yasayî çêbikin, û efserek terxan kiriye da agahiyên çi rewşa neyasayî an dersînorkirina pêk were, bighînin wî, û cextî li ser giringiya rola Desteyê di pêwendiyan de li gel bingeha xwe ya civakî kir, ji bo çirûska çi kêşeyê ji holê rake.
Û Birêveberê Giştî yê Asayîşa Giştî ya Libnanê, Lîwa Elyas Elbisarî, di wê demê de tekez kiribû ku ti rê ji bo dersînorkirina çi penaberekî tomarkirî tune ye, û soza sivikkirina bend û rêşûnên ku ji derbideran tên xwestin ji bo ew mafê niştecîbûnê werbigrin da.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî binpêkirinên berdewam ji aliyê hikûmeta Libnanê ve li dijî penaberên Sûrî şermezar kirin, ji ber ku bûyerên girtin û dersînorkirina kotekî berve deverên di bin kontrola rijêma Esed de dubare dibin, bêyî ti pabendî bi mafên penaberan ên ku li ser asta navdewletî hatine naskirin hebe, û bi xemsarî li metirsiya ku dê ew penaber tûşî bibin dema vegerin Sûriyê dinerin.
Û Hevbendiya Niştimanî eşkere kir ku tiştê hikûmeta Libnanê dike pêngava yekem a tawaneke nêzîk e, di riya radestkirina qurbaniyan ji rijêma zordar re, ji ber ku hemû penaber ji ber zordariya rijêma Esed û hovîtiya dezgehên wê yên ewlekariyê reviyane, ew dezgehên ku hîn di operasyonên girtin û îşkencekirina ku gelek caran dibin sedema mirinê de berdewam in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî