Berevaniya sivîl ragehand ko xwebexşa yekem di tîmên berevaniya sivîl de roja şemiya borî di êrîşeke firokên rêjîmê li gundewarê Idlib şehîd ket.
Rêkxistina (Kumên Spî) anî ziman ko endama firyadçûnê Sebîha Else’ed digel hinek endamên malbata wê bi bombebarana li ser Kefer Sicna li gundewarê Idlibê şehîd ket.
Rêkxistina ko alîkariya sivîlên dikevin ber bombebarana hêzên rêjîmê û milîtanên bi ser ve dike, got ku Sebîha yeken jina xwebexşa (Kumêm Spî)ji 2013ê ve roja şemiyê hate kuştin.
Berî nuha berevaniya sivîl xelata (Tîbrarî) ya Îrlandî ya aştiya navdewletî di heyva eylûna borî de wergirt , çimkî bizava wê derbarê rizgarkirina sivîlan li Sûriyê balkêşe.
Tîmên berevaniya sivîl yekem car li Sûriyê 2012ê piştî ko rêjîmê êrîş birin ser sivîlan û rêkxistinê çend xelatên navdewletî ji hêla çalakvanên biyanî û yên Sûrî wergirtine, û ji xelata Nobil re ya 2016ê hatibû berbijêrkirin.
Rêkxistin bi fermî heyva çêriya yekem sala 2014ê hate damezirandin, dora 150 navendên wê li gelek parêzgehan hene, û karûbarê rizgarkirina birîndaran û rakirina kelaxên şehîdan ji bin wêraniyê dikin, û agirê bi sedema êrîşan vedimirîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî