Desteya Karûbarên Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, lêkolînek berfireh li ser avakirina Dezgeha Serbixwe ya Windayên Sûriyê, ya ku di 29ê Hezîranê de ji aliyê Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî ve hatiye pesendkirin, pêşkêş kir, bi armanca eşkerekirina çarenivîsa windayan û cihên wan li Sûriyê, û pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji qurbaniyan û kesên rizgarbûyî û malbatên windayan re.
Û lêkolîn diyar dike ku biryar ne jinişkave hatiye der, ji ber ku gelek rêşûn û daxwazname berî wê hebûn, nemaze piştî ku rijêma Esed bisedhezaran Sûrî girtin û winda kirin, herweha pêkanîna îşkenceyên hovane dermafê wan, ên ku ji aliyê Wêneyên Qeyser û bidehan belgeyên tomarkirî hatine çesipandin.
Û lêkolînê behsa biryarên Desteya Giştî ya taybet bi binçavkirina kotekî û biryarên Encumena Mafên Mirovan û daxwiyaniyên Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya taybet bi Sûriyê kir.
Û lêkolînê helwestên dewletan derbarê avakirina saziyeke pispor di warê lêgerîna çarenûsa windayan û binçavkiriyên kotekî li Sûriyê berçav kirin, û tekez kir ku avakirina wê saziyê û desthilatên ku jê re hatine dayîn, guhertineke girîng e di dosya girtî û windayan de li Sûriyê, ji ber ku ew dê kar bike ji bo eşkerekirina mirina bisedên hezaran ji kesên bi darê zorê winda bûne ên ku piraniya wan ji girtiyên di zîndanên rijêmê û cihên girtinê yên fermî û nefermî de ne, ev yek dê rijêmê li ser asta navdewletî tuhmetbar bike, paşre dê peyketinên yasayî û dadpirsîn werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî