Rojnameyeke Firensî diyar kir ku Îtalya biryara sizayan ya ko Yekîtiya Ewropî li ser berpirsiyarin rêjîmê feriz kiribû binpê kir, û diyar kir ko Roma serokê ewlehiya Rêjîmê Elî Memlûk pêşwazî kir, yê ko wek mezintirîn berpirsê tawankariyên cengê derheqê sivîlên Sûriyê tê nasîn.
Yekîtiya Ewropî navê Elî Memlûk xistiye lîsta reş ya ko Beşar û birayê wî Mahir Elesed di serê wê de ne, û biryarên sizayan derheqê wan derketine, ku yek ji wan sizayan nehêlana derbasbûna wan nav dewletên Ewropî ye, û pereyên wan rawesînin, ji ber ko ji sala 2011ê ve tawankariyên cengê li dijî sivîlan pêk tînin.
Rojnameya Lomond ya Firensî got ku di çileyê paşî yê borî de Memlûk bi firokeke taybet ko Îtalya jê re şandibû hat û digel hevkûfê xwe yê Îtalî Elbêrto Manintî civiya.
Rojnameyê salixê serdanê da ko ew sîleyek li rûyê qurbaniyan bû, û ew serdan aşkere bû di heman çaxê ko hêzên rêjîmê bi piştgiriya Rûsî bi mezintirîn operasiyona koçkirina kotekî derheqê sivîlan li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê pêk tînin, û rêkxistineke mafnasiyê dilsariya xwe ji vê kirdeyê diyar kir.
Çalakvanekî Sûrî li ser medya civakî derberê nûçeyê got: ‘’ hewildanên biserxistina rêjîma Esed dijberîtiya pirensîbên mirovî ye, û dihêle nema bawerî bi Îtalya û dewletên Yekîtiya Ewropî were. ‘’
Çalakvanekî din got ‘’ tiştê Îtalya kir cihê şerm û fedîkariyê ye‘’ û got: nabe pêwendiyên navdewletî tenê li ser berjewendiya darayî ava bibin, lê divê berjewendiya miletan û mafên wan jî berçav bigirin.
Hêjayî gotinê ye ko Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekezî li ser koçkirina Esed û simbolên desthilata wê ku Elî Memlûk jî ji wan e dike, ji destpêka qonaxa veguhêz ya di hemû biryarên navdewletî û ya dawî biryara 2254an de heye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans