Encumana Ewlekariyê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, îro duşembê, civîneke awarte derbarê êrîşa kîmawî li ser bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat li gundewarê Şamê lidar dixe. Ev civîn hat di heman dema ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyî daxwaza sizakirina rijêma Esed kir li ser bikaranîna wî ya li pey hev ji çekên kîmawî re, û daxwaza veguhestina vî doseyî bo dadgeha tewanên navdewletî kir.
Ev daxwazkirin hat piştî ku 9 dewletan , Amerîka jî yek ji wan e, daxwaznameyek pêşkêş kirin ji bo lidarxistina civîneke awarte. Û Nîkî Haylî, balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî, doh yekşemê, di daxwiyaniyeke xwe de got ku “ bikaranîna çekên kîmawî bûye karekî ku pir tê kirin ji bo êşandin û kuştina sivîlên bêguneh li Sûriyê”.
Û Haylî tekezî kir li ser giringiya hevgirtina Encumana Ewlekariyê û pêkanîna vekolîneke bêalî derbarê tiştê bûyî, û berpirsyarên di ber vî “ karê tirsnak” de bên sizakirin.
Û tê zanîn ku roja şemiya bûrî, herî kêm 78 kes şehîd ketin û bisedan birîndar bûn ji encama êrîşeke kîmawî ya nû ya rêjîmê dijî bajarê Dûma, li gor ku Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihandiye.
Û serokê Hevbendiya niştimanî Abdulrehman Mustefa , civaka navdewletî berpirsyar dît di ber van tewanan de ji ber ew nikare karekî berdewam bike ji bo rêgirtina li pêşiya rêjêmê, ji ber ew her dem biryarên encumana ewlekariyê binpê dike, nemaze biryara 2118 ya derbarê bikaranîna çekên kîmawî.
Û Mustefa dît ku vê bêkêriyê hişt “ rêjîm bête handan û tewana vê dawiyê pêkbîne”.
Û kandîdê serokatiyê yê Amerîkî yê berê, sînatorê Cimhûrî Con Makên , got ku “ sistiya Amerîkî hişt rêjîm biceger bibe û vê êrîşê pêk bîne”, û ji serokê Amerîkayê xwest ku “bi tundî” bersiva vê êrîşê bide.
Û wezîra karê derve ya Kenedî, Kirîstal Frîland, di daxwiyaniyeke xwe de roja yekşembê, got ku bikaranîna li pey hev ji çekên kîmawî re, parçak ji istuiratîciyeke bi mebest e ji bo tirsandina xelkê deverê da wan neçarî sertewandinê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Kurd