Hejmarek ji welatiyên sivîl, Îro Înê, li bajarokên Newa û Elhirak li gundewarê Derayê bi xwenîşandanekê rabûn, û siloganên şoreşa Sûriyê bo pêkanîna azadiyê û rûxandina rijêma Esed nû kirin, û tekezî li ser berdewamiya şoreşa Sûrî heta pêkanîna daxwazên wê yên rewa kirin.
Û Çalakvanan û amûrên medyaya xwecihî wêne û kasetên tomarkirî yên ku têde bi dehan kes li bajarokên Newa û Elhirak li gundewarê Derayê kom bûne, diyar kirin, û têde dirûşmên şoreşê bilind kirin, û daxwaza rûxandina rijêmê kirin.
Û bajarê Casim li bakurê Deraa, êvara pêncşemê di xwepêşandanên din ên ku daxwaza koçkirina rijêmê kirine û dirûşmên wek “Derkeve, em dixwazin bijîn” bilind kirin.
Ev yek piştî ku li deverên Nawa, Tefes û Ellejat li Derayê mangirtin û xwepêşandan li dijî xirabûna rewşa jiyanê li dar ketin, hat, û mangirtinên li Deraayê hevdem li gel xwepêşandanên gelêrî ên bi hêrs li parêzgeha Siweyda ya li kêlek wê bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî