Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku rijêma Esed berpisyarê sereke ye di ber kirîzên li seranserê Sûriyê de, û ev yek piştî şopandina rewşa jiyanê û ya mirovî ya ku deverên di bin kontirola rijêma Esed de gihiştinê hat.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku rijêma Esed berpisyarê sereke ye di ber kirîzên jiyanê yên ku xelk li deverên di bin kontirola wê de rastiyê tên, ji ber xurtkirina wê ji milîsên li deverên xwe re, û gendeliya ku li tevaya beşên wan belav bûye, û dizîna alîkariyên mirovî yên ji xelkê re hatine terxankirin, û belavkirina wan li ser milîsên ku ku ji bo kuştina sûriyan anîne, nemaze piştî dîtina bisedan tonên alîkariyên mirovî yên sereke ên ku piştî di embarên rijêmê de genî bibûn hatibûn binaxkirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku rijêma Esed tenê girûpeke çeteyan a desthilatdariyê li Sûriyê dike ye, û ew ne rijêmeke rewa ye li welêt, ji ber ku derdeseriyên xelkê û pêdviyên wan ên sereke paşguh dike, û alîkariyan û xêrûbêra welêt ji beşekî teng ji kesên xwedîrol di rijêmê de re terxan dike, û yên ji ber dimînin li ser endamên artêş û alîgirên ku sûdê ji wan dibîne belav dike, û xelkên hewcedarên çi cureyên alîkariyan û xizmetguzariyên pêwîst bo jiyanê bêpar dihêle, di dema ku nirxê lîreya Sûrî berve astên dîrokî ve dirûxe, û gel di bin destê gendeliya rijêma Esed de tê hiştin.
Û Hevbendiya Niştimanî, ji ber rewşa mirovî ya xirab û dijwariya jiyana xelkê, daxwaza derbasbûna alîkariyên mirovî di sînor re bo bakurê Sûriyê bi awayekî herdemî kir, û alîkariyên pêwîst bo deverên dîtir bi serpereştî û çavdêriya Netewên Yekbûyî û nûnerên dewletên piştevan dabîn bibin, dûrî destwerdana rijêma Esed.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku pêwîstiya Sûriyê bi karînên tevaya xelkên wê yên ku li deverên cuda dijîn heye, da ku ji rijêma hov a serkutkirinê rizgar bibin, û piştgiriya tevaya dengên daxwaza azadî û rûxandina rijêmê û avakirina dewleteke azad û rûmetdar dike, ya ku xelkê wê têde serbilind û bi ewlehî bijîn,
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku ew baweriyê bi şiyana gelê Sûriyê tîne, ji bo pêkanîna guhartinê di rewşa niha ya xerab a ku Sûriya gihştiyê bi sedema rijêma ku hîna hewldana xapandina xelkê di riya biryar û mersûmên zêdekirina mûçeyên şeklî re dike, ew zêdebûna ku bûye sedema mezinbûna kêşeya jiyanê ji ber ku hevdemî bihabûna nû ya nirxê keresteyan de û rûxandina bihayê leyreya Sûrî hat.
Û Hevbendiya Niştimanî peyamek arasteyî civaka navdewletî, Amerîka, Yekîtiya Ewropî û dewletên Ereb ji bo sererastkirina rewşa aloz li Sûriyê kir, ji ber ku divê ew vê rastiyê bizanin ku rijêma Esed li Sûriyê bingeha pirsgirêkan e, û kirîz tenê bi rizgarkirina Sûriyan jê çareser dibe,
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêkanîna veguheztineke siyasî li gorî biryara 2254 ji dewletan kir, û ku guh nedin destpêşxeriyên bêencam ên rijêmê, û derfetan nedin rijêmê, ji ber ku ew windakirina demê ye, û ew her derfetê ji bo pêkanîna tawanên nû dermafê sûriyan bi kar tîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî