Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdullah Gedo, tekez kir ku xwepêşandanên ku îro li dar dikevin, nûkirina şoreşa Sûrî ya berdewam e, û got ku şoreş hîn di dilê Sûriyan de ye, û xwepêşandanên niha li Deraa, Suweyda û Şamê, peyamek e ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî re, ku ti çareserî ji pirsa Sûriyê re ji rûxandina rijêmê pêve tune ye.
Û Gedo di hevpeyvîneke taybet de li gel televizyona Kurdistan24, derbarê nûkirina tevgera şoreşgerî bi xwepêşandanên li başûrê Sûriyê, got ku ew xwepêşandan ne tenê ji ber rewşa aborî ya xirab û dijwariya jiyanê ne, weke ku hatiye gotin, û nîşana wê yekê ew e ku me dît xwepêşanderan siloganên ku daxwaza cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî bilind kirin.
Û Gedo amaje bi wê yekê kir ku tevgera vê dawiyê peyamek e ji Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî û hemû siyasetmedar û rewşenbîrên Sûriyê re, ku divê şoreşa Sûrî berdewam bike, ji ber ku take-çareserî ji pirsgirêka Sûriyê re bi serkeftina şoreşê û ruxandina rijêma polîsî ya diktator e, ya ku êdî xelk nema kare di bin siya wê de bijî.
Û Gedo got ku rijêmê texmîn dikir ku ew bi vegera xwe ya nav Komkara Erebî, dê armancên xwe yên peydakirina pereyan pêk bîne û dest bi projeya “nûavakirinê” bike, lê ji Komkara Erebî û tevaya cîhanê re eşkere bû ku rijêm ti beşdariyê di pêşkêşkirina çareyên ku sûdê bighînin rawestandina çêkirin û hinartina Captagonê û pirsa vegera penaberan nake, û divê cîhan bo bidawîanîna êş û azarên Sûriyan li çareseriyan bigere.
Û di dawiya hevdîtina xwe de, Gedo cext kir ku xurtkirina gelê Sûriyê da ku ew bi xwe karibe çarenivîsa xwe destnîşan bike, ne tenê di berjewendiya Sûriyê de ye, lêbelê ew di berjewendiya dewletên cîhanê de ye, bi taybetî Yekîtiya Ewropayê ya ku neçar dibe ku penaberiya bisedhezarên Sûriyan bipejirîne, û tekez kir ku di berjewendiya Yekîtiya Ewropa de ye ku gelê Sûriyê bikaribe azadiya xwe bi dest xwe ve bîne, û demokrasiyê pêk bîne, bêhtir ji mana li ser rewşa ku niha heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî