Tuesday, September 26, 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Gedo: Xwepêşandanên ku îro li Deraa, Suweyda û Şamê Dertên Nûkirina Şoreşa Sûrî ya Berdewam e

August 22, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Gedo: Xwepêşandanên ku îro li Deraa, Suweyda û Şamê Dertên Nûkirina Şoreşa Sûrî ya Berdewam e

Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdullah Gedo, tekez kir ku xwepêşandanên ku îro li dar dikevin, nûkirina şoreşa Sûrî ya berdewam e, û got ku şoreş hîn di dilê Sûriyan de ye, û xwepêşandanên niha li Deraa, Suweyda û Şamê, peyamek e ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî re, ku ti çareserî ji pirsa Sûriyê re ji rûxandina rijêmê pêve tune ye.

Û Gedo di hevpeyvîneke taybet de li gel televizyona Kurdistan24, derbarê nûkirina tevgera şoreşgerî bi xwepêşandanên li başûrê Sûriyê, got ku ew xwepêşandan ne tenê ji ber rewşa aborî ya xirab û dijwariya jiyanê ne, weke ku hatiye gotin, û nîşana wê yekê ew e ku me dît xwepêşanderan siloganên ku daxwaza cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî bilind kirin.

Û Gedo amaje bi wê yekê kir ku tevgera vê dawiyê peyamek e ji Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî û hemû siyasetmedar û rewşenbîrên Sûriyê re, ku divê şoreşa Sûrî berdewam bike, ji ber ku take-çareserî ji pirsgirêka Sûriyê re bi serkeftina şoreşê û ruxandina rijêma polîsî ya diktator e, ya ku êdî xelk nema kare di bin siya wê de bijî.

Û Gedo got ku rijêmê texmîn dikir ku ew bi vegera xwe ya nav Komkara Erebî, dê armancên xwe yên peydakirina pereyan pêk bîne û dest bi projeya “nûavakirinê” bike, lê ji Komkara Erebî û tevaya cîhanê re eşkere bû ku rijêm ti beşdariyê di pêşkêşkirina çareyên ku sûdê bighînin rawestandina çêkirin û hinartina Captagonê û pirsa vegera penaberan nake, û divê cîhan bo bidawîanîna êş û azarên Sûriyan li çareseriyan bigere.

Û di dawiya hevdîtina xwe de, Gedo cext kir ku xurtkirina gelê Sûriyê da ku ew bi xwe karibe çarenivîsa xwe destnîşan bike, ne tenê di berjewendiya Sûriyê de ye, lêbelê ew di berjewendiya dewletên cîhanê de ye, bi taybetî Yekîtiya Ewropayê ya ku neçar dibe ku penaberiya bisedhezarên Sûriyan bipejirîne, û tekez kir ku di berjewendiya Yekîtiya Ewropa de ye ku gelê Sûriyê bikaribe azadiya xwe bi dest xwe ve bîne, û demokrasiyê pêk bîne, bêhtir ji mana li ser rewşa ku niha heye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: DeraaGedoSuweyda û ŞamêXwepêşandan
ShareTweetSend

Related Posts

Hevbendiya Niştiman: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin Ku Nehêle Rijêma Esed ya Tawankar ji Dadpirsîn û Sizakirinê Rizgar Bibe
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştiman: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin Ku Nehêle Rijêma Esed ya Tawankar ji Dadpirsîn û Sizakirinê Rizgar Bibe

September 25, 2023
Nûçeyên Hevbendiyê

Derbarê Salvegera Yanzdemîn ya Komkujiya Bajarokê Ziyabiyê û Herdû Komkujiyên Taxên Elcûra û Elqisûr

September 25, 2023
Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêwendiyeke Telefonî li Gel Malbata Şehîd Ehmed Mederatî Pêk Tîne ji bo Pêşkêşkirina Erkê Sersaxiyê û Şopandina Pêşketinên Lêkolînan
Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêwendiyeke Telefonî li Gel Malbata Şehîd Ehmed Mederatî Pêk Tîne ji bo Pêşkêşkirina Erkê Sersaxiyê û Şopandina Pêşketinên Lêkolînan

September 25, 2023
Next Post
Mektebî: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin ku Biryarên Navdewletî Cîbicî Bike Da Veguhastina Siyasî li Sûriyê Pêk Were

Mektebî: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin ku Biryarên Navdewletî Cîbicî Bike Da Veguhastina Siyasî li Sûriyê Pêk Were

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 115.3k Followers
  • 13.9k Subscribers
  • 6.1k Followers
  • 9 Followers

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştiman: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin Ku Nehêle Rijêma Esed ya Tawankar ji Dadpirsîn û Sizakirinê Rizgar Bibe

Derbarê Salvegera Yanzdemîn ya Komkujiya Bajarokê Ziyabiyê û Herdû Komkujiyên Taxên Elcûra û Elqisûr

Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêwendiyeke Telefonî li Gel Malbata Şehîd Ehmed Mederatî Pêk Tîne ji bo Pêşkêşkirina Erkê Sersaxiyê û Şopandina Pêşketinên Lêkolînan

Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî Plana Karê Xwe bo Qonaxa bê Datîne

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2023 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.