Edamên encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê li gundewarê Helebê roja pêncşemê, Zûhêr Heyder wek serokê encûmenê, û birêz Ebdo Nebhan jî wek cîgerê wî, herwiha şeş endam jî wek encûmena cîbicîkirinê hilbijartin. Bi amadebûna serokê Hevbendiya niştîmanî ya Sûrî Abdulrahman Mistefa û serokê desthilata Sûrî yê demkî Cewad Ebo Heteb.
Ev hilbijatin tê wek gava yekem li ser rêya hilbijartina hejmarek ji encûmenên xwecihî ji bo navçeyên herêmê yên bi ser parêzgeha Helebê ya azad ve, bi armanca pêkanîna aramiyê vegera xelkên ku ji malên xwe koçber bûne.
Serokê Hevbendiyê tekez kir ku hemî encûmen li herêmê wê bi rêya hilbijartinên xwecihî ji bona hemû xelkên herêmê bêne damzirandin, destnîşan kir ko giring e avahiyên jêrxanan bêne çêkirin û nû bibin tako xizmet ji bo niştecihan bêne pêşkêşkirin, bi beşdarbûna hemû fermanberiyên desthilata Sûrî ya demkî.
Mistefa bal kişand ser ko wê xelkên Efrînê herêmên xwe birêve bibin, ji bo vegera derbideran bo malên wan dabîn bibe, û di hilbijartinên xwecihî yên dahatî de beşdar bibin.
Serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb diyar kir ko encûmena nuha dê herêmê kurtedemekê ku dibe bigehê şeş mehan birêve bibe, heta ko encûmeneke nû bi beşdarbûna hemû xelkên herêmê bête hilbijartin.
Û got ko encûmena xwecihî ya Efrînê ji 20 kesan e, û ji hemû xelkên bajêr û bêyî dûrxistina pêkhateyekî hate damezirandin, û daxwaza serkeftinê di dema li pêşiya wan de ji wan re kir, da hêviya paşerojeke baştir li xelkê vegerîne, piştî ko milîtanên PYD ji herêmê hatine derkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî