Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Selwa Aksoy, tekez kir ku divê oparesyona leşkerî ya çavrêkirî ya li dijî Rijêmê bibe, bi armanckirina Bişar Esed û hemû tawanbarên şer yên rijêma wî û milîsên terorîst yên Îranê.
Aksoy diyar kir ku çareseriya pirsgirêk û aloziyê bi dûrkirina Esed ji meydana siyasî û vekirina riyan li pêşiya destpêkirina veguhestina siyasî ya ligor daxuyaniya Cenêv û biryara 2254 destpê dike, û herwiha bi mercê ku ev lêdan ne li dijî gelê Sûriyê be û nebe şêweyekî din ê dagîrkirina Sûriyê.
Û bal kişand li ser giringiya destpêkirina damezrandina desteyeke hikumraniya veguhêz ya xudan desthat ji bo serkêşiya welat di qonaxa veguhêz de bike, û got ku Bişar Esed çareseriya siyasî li Sûriyê asteng dike, û ev yek dibe sedema parçekirinê û berdewamiya êş û arîşeyên sivîlan.
Û cext li ser giringiya dadgehkirina hemû tawanbarên şer kir û bi taybetî dagehkirina bikarhênerên çekên kêmyayî li dijî sivîlan yên bûne sedema kuştina bi hezaran her ji destpêka bikaranîna heman çekan de li Sûriyê.
Cîgera serokê Hdvbendiyê daxwaza parastina sivîlan ji kuştin û tundutîjiyê ji hemî hevpeymanan kir, û dît ku ev armanc bi rêyekê tenê pêk tê , ew jî armanckirina Esed bi şêweyek rasterast û dûrxistina wî ji meydana siyasî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî